7 endamên malbata Dedeogullari li Konyayê hatin bîranîn

31-07-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
7 endamên malbata Dedeogullari li Konyayê hatin bîranîn
7 endamên malbata Dedeogullari li Konyayê hatin bîranîn
Nîşan Malbata Dedeogullari Bîranîn Konya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Roja 30 Tîrmeha sala borî kesekî bi navê mehmet altun li bajarê Konyayê derbasî nav hewşa malbata Dedeoğullari bû. Mehmet Altun gule li malbata Kurd reşandin û 7 endamên malbatê kuştin. Di yekemin salvegera kuştina 7 endamên malbata Dedeogullari de li goristanê bi merasimeke bibîr anin.

Di merasimê parlementerên HDPê, endam û berpirsên şaxa HDPê ya Enqerê, komeleyên hiquqnasan û kesûkarên malbata Dedeogullari beşdar bûn.

Parlementerê HDP ê Huseyin Kaçmaz anî ziman “Êşa malbatê jî êşa gelê kurd û kesên ku dibejin em mirovin êşa wan zindî ye. Herkes dizane ku ev êriş û komkujiye bi hişmendiyeke nijadperestane heta encam dan.”

Endamê Şaxa HDPê ya Enqerê Diyadin Firat “Însan di xusranê de ye. Dema ku însan ji edalet dûr ket û karên xirab bike hetmen di xusran û zirarê de ye. Vêca hewce dike ku ev hisab ji wan bê pirsîn.”

6 zarokên Yaşar û Îpek Dedeogullari hebûn. Metin, Bariş, Serap, Serpîl û Sîbel bi destê Mehmet Altun hatine kuştin û niha tenê Çetîn Dedeoğullari sax maye. Çetin Dedeoğulları li bendê ye ku kes û hêzên li pişt kuştina malbata wî werin peydakirin.

Çetîn Dedeogullari kurê Yaşar û İpek Dedeogullari dibêje “Em ji dozger û dadweran dixwazin ku biryareke adilane bidin. Dinya û alem dizane ku karekî wisa kesek tena serê xwe nikare bike. Wate mirovek nikare 7 Kesan bikuje û xanî bişewitine, hindek kes hene ku rê nîşanî wî dane, alîkariya qatil kirine, pere dane wî pêwîste hemû werin aşkerekirin.”

Di yekemîn salvegera kuştina 7 endamên malbata Dedeogullari li bajarê Konyayê li ber dêrê malbatê mewludek jî hate xwendin. Di mewludê parêzerên malbatê û beşek Kurdên Konyayê û berpirsên bajarê Konyayê jî amade bûn.

Parêzerê Dozê Atîlla Kart got “Wê rojê êrişek li dijî aştî û demokrasiya Tirkiyê hate kirin. Provkasyonek hate kirin. Qetlîama hatiye kirin kareki wisa nebû ku qatil tenê serê xwe bikare bike. Dema em li bûyere dinêrin em dibînin û dizanin ku destekî profesyonel li pişt vî karî heye.”

Doza malbata Dedeogullari li Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê berdewam e û biryar e roja 16 û 20 meha Îlonê careke din rûniştina dozê birêve biçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst