Dema herî kurt a xwendinê li Bakurê Kurdistanê ye

31-05-2024
Nîşan Xwendin Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên TUIKê dema herî kurt a xwendinê li parêzgehên Agirî, Riha û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê ye.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), amarên xwendina neteweyî yên sala 2023yan eşkere kirin.

Li gorî amaran, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dema xwendinê kêm zêde bi giştî 9,3 sal in.

Rêjeya temamkirina perwerdeya bilind di nav kesên 25 salî û mezintir de gihiştiye ji sedî 24,6an. Ev rêje sala 2008an ji sedî 9,8 bû.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, dema xwendina bilind sal bi sal zêde bûye.

Dema xwendina jinan bûye 8,6 sal

Sala 2011an di nav kesên 25 salî û mezintir de dema xwendinê 7,3 sal bûn û ev dem sala 2023yan gihiştiye 9,3 salan.

Herwiha mêr li gorî jinan zêdetir dixwînin.

Dema xwendina jinan kêm zêde di sala 2023yan de gihiştiye 8,6 salan û ya mêran gihiştiye 10,1 salan.

Enqere yekem e

Dema xwendinê herî zêde Enqereya paytexta Tirkiyeyê ye.

Li Enqereyê dema xwendina welatiyan bi giştî 10,7 sal in û piştî Enqereyê jî bajarên Eskîşehîr, Kocaelî û Îzmîrê tên.

Dema herî kurt li Agiriyê ye

Bajarên ku dema xwendinê li wan herî kêm e jî bajarên Bakurê Kurdistanê Agirî, Riha û Mûş in.

Li Agiriyê dema xwendinê kêm zêde bi giştî 7,4 sal in û piştî Agiriyê bajarên Riha û Mûşê tên.

Dema xwendina bilind zêde bûye

Ji aliyên din ve, salên dawiyê li Bakurê Kurdistanê dema xwendina bilind zêde bûye û di navbera salên 2014-2023yan de dema xwendina bilind herî zêde li bajarên Şirnex, Colemêrg, Mûş, Çewlîg û Sêrtê zêde bûye.

Di navbera salên 2014-2023yan de dema xwendina bilind li Şirnexê ji sedî 54,1, li Colemêrgê ji sedî 46,2, li Mûşê ji sedî 40,8, li Çewlîg û Sêrtê jî ji sedî 40,5 zêde bûye.

Herwiha rêjeya xwendin û nivîsandinê di nav kesên ji 6 salî û mezintir de sala 2023yan gihiştiye ji sedî 97,6an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst