Erdogan: Mixabin encama ku me hêvî dikir me bi dest nexist

01-04-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Erdogan AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê hilbijartinan got, “Mixabin di ezmûna hilbijartinên şaredariyan de me encama ku hêvî dikir, bi dest nexist.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xelk îro ji bo hilbijartinên şaredariyan çû ser sindoqan.

Piştî ku saet 17:00an dengdana ji bo hilbijartinên şaredariyan li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi dawî bû hejmartina dengan dest pê kir.

Li gorî encamên destpêkê yên ji aliyên Ajansa Anadoluyê (AA) hatine belavkirin, heta niha li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sedî 89,83yan dengan hatine hejmartin.

Li gorî dengên hatine hejmartin CHP bi rêjeya ji sedî 37,29 partiya yekemîn e.

AK Partî bi rêjeya ji sedî 35,81 partiya duyemîn e.

Herwiha DEM Partî jî ji sedî 5,61ê dengan wergirtine û piştî Yenîden Refahê di rêza çaremîn de ye.

Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê derket pêşberî dengdêrên partiya xwe û gotarek pêşkeş kir.

Erdogan diyar kir ku xelkê bi rêya sindoqan îradeya xwe nîşan daye û got:

“Xelk gotina xwe bi rêya sindoqê dibêje û peyama xwe bi wesîleya sindoqê ji siyasetmedaran re dibêje.”

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de ev peyam dan:

“31ê Adarê ji bo me ne dawiyek e, ya rast ji bo me qonaxek e.

“Gel bi wesîleya sindoqê peyama xwe ji siyasetmedaran ra gotiye.

Encam li dera hanê lê di vê hilbijartinê serkeftî demokrasiya me û îradeya neteweyî ye.

Em dê peyamên ku gel di sindoqê da bi awayekî rast û di cih de li mîzana wijdan û aqil bixin û gavên hewce biavêjin.

Em dê li cihên ku teserûfa gelê me cuda ye jî pêbaweriyê ji nû va ava bikin, bi awayekî hêzdartir li rêyên xweşkirina dilê wan bigerin.

Li pêşiya Tirkiyeyê maweyekî ji 4 salan zêdetir ku wekî xezîneyê ye, heye. Em nikarin bi nîqaşên ku dê wextê gel û welat bidize vê heyamê heba bikin.

Em dê li hemberî biryara gelê xwe bêhurmetiyê nekin, bi gelê xwe re nekevin eksê, di derveyî îradeya neteweyî tevnegerin û ji pirsyarîkirina teqdîra gel dûr bisekinin

Em daîm aliyê demokrasî û sandoqê digirin. Em îro jî bi heman helwestê tevdigerin û ji xeynî hêza îradeya gel hêzeke din nas nakin.

Em dê li şaxên partiya xwe bi bi dilê safî encamên hilbijartinên herêmî binirxînin, em dê bi wêrekî rexneya xwe bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst