Hilbijartinan dest pê kir: Xelk diçe ser sindoqan

31-03-2024
Nîşan Dengdan Şaredarî Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 32 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengdanê saet 07:00an dest pê kir.

Hilbijêrên parêzgehên mayî jî dê saet 08.00an biçin ser sindoqan.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartina rêvebirên herêmî yên ku dê 5 salan li ser wezîfeyê bin, xelk diçe ser sindoqan.

Di hilbijartinên xwecihî ya 31ê Adara 2024an dê ji 61 milyonan zêdetir hilbijêr dê di 208 hezar sindoqan ji bo namzedên 34 partiyên siyasî deng bidin.

Li parêzgehên Agirî, Amed, Bedlîs, Çewlîg, Erzingan, Erzirom, Êlih, Xarpêt, Dîlok, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Semsûr, Sêrt, Sêwaz, Dêrsim, Riha, Wan, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê hilbijartinê saet 07:00an dest pê kir û dê heta saet 16.00an berdewam bike.

Herwiha li parêzgehên Artvîn, Gîresun, Gumuşhane, Ordu, Rîze, Trabzon û Bayburtê yên Tirkiyeyê jî dê dengdan di navbera demjimêr 07:00 û 16:00an de bê kirin.

Heta Lijneya Hilbijartinan qedexeya weşanê raneke, encamên hilbijartinê dê neyên eşkerekirin.

1004 sindoqên seyar

Ji bo hilbijêrên ku ji ber nexweşî yan jî kêmendamiyê di nava cih û nivînan da ne, 1004 sindoqên seyar hatine amadekirin.

Ew dê dengê xwe bi rêya wan sindoqan bidin.

Heta saeta dengdanê neqede sindoq venabin

Li parêzgehên ku saeta dengdayînê 07:00-16:00 ye beriya 16:00an û li parêzgehên din jî beriya 17:00an dê deng neyên hejmartin.

Heke hemî hilbijêrên di lîsteyê da dengê xwe bidin jî bi teqezî heta saet neqede dê sindoq venebin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst