Şaredariya Geverê piştî 8 salan ji destê qeyûm derket: 'Gelê me nedihat şaredariyê'

05-04-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Hevserokên Şaredariya Geverê bi def û zirneyan çûn şaredariyê/Wêne: Rûdaw
Hevserokên Şaredariya Geverê bi def û zirneyan çûn şaredariyê/Wêne: Rûdaw
Nîşan Gever Hilbijartin Şaredarî
A+ A-

Gever (Rûdaw) - Di hilbijartinên 31ê Adarê de yek ji cihên ku DEM Partî bi ser ket navçeya Geverê ya Colemêrgê ye.

Şaredariya Geverê 8 sal bûn bi destê qeyûman dihat birêvebirin lê piştî hilbijartinan DEM Partî şaredarî bi dest xist.

Hevserokên şaredariyê tevî xelkê Geverê bi coş û şahiyên mezin çûne Şaredariya Geverê.

Bi gotina wan, sedema vê şahiyê ne tenê ew e ku DEM Partiyê şaredariyek bi dest xistiye sedema sereke ya vê şahiyê ev e ku wan piştî 8 salan şaredariya xwe ji nav lepên qeyûman derxistiye.

Hevserokên nû yên Şaredariya Geverê jî soz didin ku ew dê hemû daxwazên xelkê bi cih bînin.

“Gelê Geverê careke din xwedî li îradeya xwe derket”

Hevserokê Şaredariya Geverê Şoreş Dirî got, “Piştî 8 salan îro careke din gelê Geverê li îradeya xwe xwedî derket.

Me jî şaredariya xwe careke din stand. Li ser xêrê be, êdî dem dema xizmetê ye.

Di van 5 salan de em dê ji gelê xwe re xizmeta herî baş bikin.“

Şaredariya Geverê du serdemên borî ji aliyê HDPyê ve hatibû bidestxistin lê her du serdeman jî piştî hilbijartinan bi demeke kurt qeyûm li ser şaredariyê hatibû danîn.

DEM Partiyê di hilbijartinên 31ê Adarê de bi rêjeya ji sedî 78,75an careke din şaredarî stand.

“Ji gelê me re nedibûn bersiv”

Hevseroka Şaredariya Geverê Şadiye Kirmizigulê got, “Gelê me nedihat şaredariyê ji ber ku ji bo daxwazên gelê me nedibûn bersiv.

We îro şahî û aramiya gelê Geverê dît, ji ber ku şaredarî ketiye destê vî xelkî.

Em jî wekî hevserok dibêjin ji bo gelê me çi pêwîst be em dê bikin.

Careke din em dibêjin, bila ne carekê hezar carî li gelê Geverê pîroz be.”

Qeymeqamê Geverê heta hilbijartinên 31ê Adarê şaredarî wekî qeyûm bi rê ve dibir. 

Piştî hilbijartinan jî Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dirî bûn hevserokên nû yên şaredariyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst