Çavuşoglu derbarê peywendiyên ligel Sûriyê: Divê di asta Wezîrên Derve de jî hevdîtin bên kirin

30-12-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Sûriye Rojavayê Kurdistanê Mevlut Çavuşoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê hevdîtina sêalî ya şandên Tirkiye, Sûriyê û Rûsyayê  ya li Moskowê de ragihand, “Ez dikarim bibêjim ku hevdîtinek sûdmend bû. Ji bo pêkanîna aşitiya berdewam û aramiya siyasî peywendiyên ligel rejîmê girîng in.” Çavuşoglu got jî: “Di proseya li pêşiya me de, weke qonaxa duyem, divê di asta wezaretên derve de jî hevdîtinek bê plankirin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja Pêncşemê 29ê Kanûna 2022an li bajarê Enqerê yê Tirkiyê di civîna nirxandina sala 2022an de axivî.

Çavuşoglu ameje bi  hevdîtina sêalî ya ku duh li Moskowaya paytexta Rûsyayê di navbera şandên Tirkiye-Rûsya-Sûriyê da û got: “Ez dikarim bibêjim ku hevdîtinek sûdmend bû. Ji bo pêkanîna aşitiya berdewam û aramiya siyasî peywendiyên ligel rejîmê girîng in.”

Mevlut Çavuşoglu li ser asayîkirina peywendiyên  welatê xwe ligel rejîma Sûriyê û pêşvebirina peywendiyan got: “Di proseya li pêşiya me de, weke qonaxa duyem, divê di asta wezaretên derve de jî hevdîtinek bê plankirin. Ti demek diyarkirî bo wê civînê de nîne ku dê kengê pêkwere.”

Derbarê operasyonên Artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di jêr kontrola HSDê de jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje: “Li Sûriyê rûbirûbûna me ya ligel terorê dê bi pêdagirî berdewam be. Hem bi bejayî, hem jî hewayî. Ew peywendiyên niha ligel rejîmê çi rasterast yan jî ji dûr ve ji rûbirûbûna me ya terorê re nabe asteng. Gelek welat hene ku piştevaniya van peywendiyan dikin.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar duh bi Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan re çûbû paytexta Rûsyayê bajarê Moskowê.

Hulusî Akar û Hakan Fîdan ku li Balafirgeha Vnukovayê ji aliyê rayedarên Rûsyayê, Balyozê Tirkiyê yê li Moskowayê Mehmet Samsar û kesên pêwendîdar ve hatin pêşwazîkirin, yekser çûn Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê.

Li wê derê Akar û Fîdan bi Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu, Wezîrê berevaniyê yê Sûriyeyê Elî Mehmûd Ebas û serokên îstîxbarata Rûsyayê û Sûriyê re civîneke sêalî pêkanîn.

Hulusî Akara piştî jî piştî civînê ragihandibû “Bi xebatên ku dê li rojên pêş me bên kirin, sûdeke mezin dê bigîhêje aştî û aramiya herêmê û Sûriyê. Yek ji mijarên herî girîng ên ku me di hevdîtinê de anî ziman, têkoşîna li dijî terorê bû. Me tekezî li ser wê yekê kir ku em rêzê li yekparçeyiya axa û serweriya hemû cîranên xwe bi taybet Sûriye û Iraqê digirin û armanca me tenê şerê li dijî terorê ye û ti armanceke me ya din nîne. Me diyar kir ku armanca me ew e ku endamên rêxistinên wek PKK/YPG û DAIŞê ku ji bo Sûriyê jî tehdîd in bêbandor bikin.Me got ji bo ewlekariya welat, milet û sînorên xwe em hewl didin. Her wiha me diyar kir ku di çarçoveya van xebatab de ji bo pêşî li koçberiya ji Sûriyeyê ber bi Tirkiyeyê ve bê girtin em hewl didin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst