Doza Kobaniyê hat paşxistin

30-11-2021
RÛDAW
Nîşan Doza Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heftemîn Rûniştina Doza Kobaniyê ya 29ê Mijdarê li Enqerê li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê destpê kir, îro bi dawî hat. Dadgeh bo 2yê Kanûna 2021ê hat paşxistin.

Di Doza Kobaniyê de tevî hevserokên HDPê yên berê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag, 20 girtî bi tevahî 108 endam û berpirsên HDPê tên darizandin. Nûnerên baroyên Riha, Mêrdîn, Amed, Êlih û Îzmîrê û gelek parêzerên endamê saziyên sîvîl û parlamenter û berpirsên HDPê Doza Kobaniyê şopandin.

Doza Kobaniyê ya rûniştina îro ku pêwîst bû demjimêr 10:00 destpê kiriba, ji ber dereng hatina desteya dadgehê 5 demjimêran dereng destpê kir.

Parêzer û kesên tên darizandin, bi hinceta demên rûniştinan tên guhertin û daxwazên wan nayên qebûlkirin û bi vî awayî “şertên darizandineke dadmend nehatiye hiştin” beşdarî dozê nebûn.

Di rûniştina îro ya dozê de hinek belgeyên nû ku ji aliyê saziyên dewletê ve hatibûn şandin û daxwaznameyên siyasetmedarên beşdarî dozê nebûne û parêzeran hatin xwendin.

Desteya dadgehê, daxwaza parêzer Cihan Aydin a derbarê redkirina dadweran qebûl kir û şand dadgeheke bilindtir a 23emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê û doz bo 2yê Kanûna 2021ê paş xist.

Bûyerên Kobanî

Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe û xeteke mirovî ya alîkariyê li sînor bê vekirin.

Li gor raporta Komelaya Mafên Mirov a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê, wê demê zerar gehiştibû hezar û 113 avahiyan jî.

Yekemîn rûniştina dadgehê li ser wê dosyayê piştî derbasbûna 6 salan di ser bûyeran re, roja 26ê Nîsana 2021ê li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst