Ekrem Îmamoglu li ser Ahmet Ozer daxuyanî da

10 demjimêr berê
Nîşan Ekrem Îmamoglu Ahmet Ozer Esenyurt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ekrem Îmamoglu li ser desteserkirina Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer daxuyanî da.

Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer vê sibehê hat desteserkirin.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi rêya hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî desteserkirina Ahmet Ozer da.

Ekrem Îmamoglu da zanîn ku Ozer li zanîngehan dekanî û alîkariya rektoran kiriye û “Zanayekî biqîmet e.”

Îmamoglu amajê pê kir ku ew pêvajoyê dişopînin û got:

“Divê Tirkiye êdî ne welatekî wiha be ku serê sibehan bi ser malên zana û siyasetmedaren de tê girtin.”

Serokê CHPyê yê Stenbolê Ozgur Çelîk jî gotibû, “Dêriyên avahiya şaredariya bi zorê hatine vekirin”

Divê were gotin ku Şaredariya Esenyurtê ya Stenbolê di destê CHPyê de ye.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daxuyanî da

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku Ahmet Ozer di çarçoveya xebatên tesbîtkirina endam û çalakiyên PKKyê de hatiye girtin.

Serdozgeriya Komarê got ku Ahmet Ozer bi Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal re bi rêya telefonê axiviye.

Ahmet Ozer ji Wanê ye

Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer ji Wana Bakurê Kurdistanê ye.

Divê were gotin ku Ahmet Ozer namzedê “lihevkirina li bajaran” a CHP û DEM Partiyê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst