Encamên fermî yên hilbijartinên parlementoya Tirkiyê hatin ragihandin

30-05-2023
RÛDAW
Nîşan YSK Encamên Fermî ‌Hilbijartin 2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) encamên fermî yên hilbijartinên parlementoyê ragihandin.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê Ahmet Yener îro Sêşemê 30ê Gulana 2023an bi civîneke çapemeniyê li Enqere encamên fermî yên hilbijartinên 14ê Gulanê yên parlementoya Tirkiyê eşkere kirin û ragihand ku wan encam bo Rojnameya Fermî jî şandine bo bêne weşandin.

Li gor encamên fermî Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) 268 kursî, Partiya Gel a Komarê (CHP) 169 kursî, Partiya Çepên Kesk (YSP) 61 kursî, Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) 50 kursî , ÎYÎ Paryî 43 kursî, Partiya Yenîden Refah 5 kursî û Partiya Karkerên Tirkiye 4 kursiyên parlementoyê bidestxistine.

Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) ya ku li ser lîsteya AKPê beşdarî hilbijartinê bibû 4 kursî bidest xistine.

Ji her çar partiyên ku li ser lîsteya CHPê jî beşdarî hilbijartinê bûne, Partiya Pêşketinê û Demokrasiyê DEVA 15 kursî, Partiya Pêşerojê 10 kursî, Partiya Seadet 10 kursî û Partiya Demokrat 3 kursiyên parlementoyê bidestxistine. Piştî vekirina parlementoyê ev 38 parlementerên ku li ser lîsteya CHPê hatine hilbijartin dê vegerin nav partiyên xwe.

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê ragihand ku beşdariya xelkê di dengdanên navxweyî Tirkiyê de bi rêjeya %88.92 û li derveyî Tirkiye jî bi rêjeya %53.80 bûye. Bi giştî li wî welatî %87.05ê dengderan çûne ser sindoqan û deng dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst