Li Îzmîrê belema masîgiran bin av bû: 3 mirî, 2 wenda

30-01-2024
RÛDAW
Nîşan Îzmîr Belem
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dîkîliyê ya parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê belemeke masîgiran bin av bû.

Di bûyerê de ji 10 kesên di nav belemê de 3 kesan canê xwe ji dest da, 2 kes wenda ne û lêgerîna kesên din berdewam e.

Heta niha nayê zanîn ka belem ji ber çi niqum bûye.

Li peravên Salîhleraltiyê yên navçeya Dîkîliyê ya Îzmîrê, demjimêr derdora 02:00an ji ber sedemeke nediyar belema masîgiran niqum bû.

Li gorî zanyariyên destpêkê, ji 10 kesên di nav belemê de 8 ji wan hatine dîtin û 2 jî wenda ne.

Ji 8 kesên hatine dîtin 3 ji wan canê xwe ji dest daye û lêgerîna ji bo dîtina her du kesên wenda jî berdewam e.

Li gorî zanyariyan Oguz Irgit, Îsmet Akdag, Orhan Pancar, Alîcan Ateş, Arda Kuzu, Mehmet Kurunaz, Îbrahîm Erdem, Muhammet Kulak, Gokhan Çakir û Medîne Karaduman di nav belemê de bûne.

Hat zanîn ku Oguz Îrgît, Îsmet Akdag û Orhan Pancar canê xwe ji dest daye, lêgerîna ji bo dîtina Medîne Karaduman û Gokhan Çakir jî berdewam e.

Hat ragihandin ku tîmên Fermandariya Ewlehiya Peravan bi 3 belem û helîkopterekê hewl didin her du kesên wenda bibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst