5 kesên ji Rojava hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

15-10-2024
RÛDAW
Nîşan Îzmîr Yozgat PKK Merkez Komite Üyesi YPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Yozgat û Îzmîrê yên Tirkiyeyê 5 kesên ji Rojavayê Kurdistanê bi hiceta endamtiya PKKyê hatin desteserkirin.

Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Yozgatê di operasyonekê de bi ser 2 navnîşan de girt.

Di encemê de 2 kesên ji Rojavayê Kurdistanê bi hinceta "endamtiya PKKyê" hatin desteserkirin.

Piştî wergirtina îfadeyan a li birêvebiriya ewlehiyê, hêzên ewlehiyê her du kesên desteserkirî birin dadgehê.

Her du kes bi biryara dadweriyê hatin girtin.

Li Îzmîrê 3 kes hatin desteserkirin

Li aliyê din, li parêzgeha Îzmîrê jî bi biryara Serdozgeriya Komarê operasyonek hat lidarxistin.

Di encama wê operasyonê de jî 3 kesên ji Rojavayê Kurdistanê bi hinceta "endamtiya PKK/YPGyê" hatin desteserkirin.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst