Partiya DEVA îro li Enqerê kongreya xwe saz kir

29-12-2020
RÛDAW
Nîşan Partiya DEVA Alî Babacan Enqere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Pêşkeftin û Demokrasiyê DEVA ku roja 9ê Adara îsal hat damezrandin, îro kongreya xew ya asayî li Enqere ya paytexta Tirkiyê saz kir û Serokê Partiyê Alî Babacan jî di kongreyê de beşdar e.

Yekemîn kongreya asayî ya partiya DEVAyê îro li Salona WErzişî ya Ataturk a li Enqerê hat lidarxistin.

Di kongreyê de û li gor afîşên ku hatine daliqandin, giringî bi warê aborî hatiye dan.

Rêveberê Ofîsa Rûdawê li Enqerê, Şewket Herkî ku kongreya îro ya partiya DEVAyê ji nêzîk ve dişopîne, ji ber rewşa heyî ya ji ber pandemiya Coronayê, hejmara kesên beşdar di kongreyê de sînordar e û tenê rêveberên partiyê û delege têde beşdar bûne.

Şewket Herkî diyar kir, piştî ku serokê partiyê Alî Babacan derbasî nav salona kongreyê bû, hilbijartina Dîwana Serokatiya Kongreyê hat kirin û Ramîz Ongun weke Serokê Dîwana Kongreyê hat hilbijartin.

Alî Babacan di salona kongreyê de ji Rûdawê re got, “Kongreya me li ser xêrê be, bibe sedema xêran.”

Rêveberê Ofîsa Rûdawê li Enqerê, Şewket Herkî ragihand, di afîşên slayd de ku ji bo kongreyê hatibûne amadekirin, zêdetir giringî bi rewşa aborî hatiye dan.

Gelek delege û nûnerên Kurd jî tevlî kongreya îro ya DEVAyê ya li Enqerê bûne.

Medyaya fermî ya Tirkiyê û piraniya medyayên din ên wî welatî ti nûçe û zanyarî li ser kongreya partiya DEVA belav nekirine.

Yek ji damezrênerê Partiya DEVA û parlamenterê gera 23an ê AK Partiyê yê Mûşê, Medenî Yilmaz ji Rûdawê re got, “demokratîkbûna Tirkiyê pirsê çareser bike, dê tevahiya pirsgirêkên din çareser bibin.”

Alî Babacan ku pêştir endamekî AK Partiyê û di nava hikûmeteke wê de wezîr bûye, dibêje li Tirkiyê serkutkirin heye, daxwazê ji xelkê dike bêdengiya xwe bişkînin , ew herweha dibêje ku dema partiya wan hatiye damezirandin careke din pirsa Kurd bûye rojev.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst