Babacan stratejiya partiya xwe ya hilbijartinan eşkere kir

27-01-2024
RÛDAW
Nîşan Alî Babacan Hilbijartinên Şaredariyan Partiya DEVA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Demokrasî û Pêşvçûnê (DEVA) Alî Babacan ragihand ku ew dê li hemû şaredariyên bajarên mezin bi berbijêrên xwe beşdarî hilbijartinan bibin.

Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan di çarçoveya xebatên partiya xwe yên hilbijartinê de îro li bajarê Kocaelî yê Tirkiyeyê bû.

Babacan piştî civîna li gel endamên rêxistina partiya xwe yên Kocaeliyê û esnaf û dikandaran ziyaret kirin û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Alî Babacan ragihand ku ew di hilbijartinên şaredariyan de li gel ti aliyekê hevpeymaniyê nakin û got:

“Em di van hilbijartinan de bi nav û berbijêrên xwe beşdarî hilbijartinan dibin. Bi awayî hiquqî jî di hilbijartinên xwecihî de tiştek bi nave hevpeymaniyê nîne û têgehe hevpeymaniyê tenê ji bo hilbijartinên giştî ye.”

Serokê DEVAyê da zanîn ku wan heta niha li ti bajareke mezin li gel ti partî û berbijêrekî hevahengî ji bo hilbijartinên xwecihî nekiriye û got:

“Em li hemû bajarên mezin bi berbijêrên xwe beşdarî hilbijartinan dibin.”

Babacan herwiha teqez kir ku ew dê berbijêrê xwe ji bo Şaredariya Bajarên Mezin a Stenbolê nîşan bidin.

Partiya DEVAyê di hilbijartinên giştî yên Gulana 2023yan di bin banê Hevpeymaniya Millet de hevpeymana CHPê bû.

Berbijêrên DEVAyê yên parlamenteriyê di wan hilbijartinan de ji lîsteyên CHPyê beşdarî wan hilbijartinan bûn û bi saya wê hevpeymaniyê bi rêjeyeke kêm a dengan 15 kursî bi dest xistibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst