Erdogan: Îsraîl piyon e û dê bê fedakirin

28-10-2023
RÛDAW
Nîşan Erdogan Tirkiye Filistîn Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Her kes dizane ku Îsraîl li herêmê tenê piyon e û gava roja wê hat dê bê fedakirin."

Serokatiya Stenbolê ya AK Partiyê îro li Balafirgeha Ataturkê "Mitînga Mezin a Filistînê" li dar xist û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di mitîngê de axivî.

“Em parastina paşeroja xwe dikin”

Erdogan di axaftina xwe de got:

"Ji Qirimê heta Qerebaxê, ji Bosnayê heta Kerkûkê, ji Filistînê heta Tirkistanê, ji Efxanistanê heta Çeçenistanê me ji bo gelek erdnîgariyan rondik barandin.

Em îro li vir tenê komkujiya li Xezeyê lenet nakin, ligel wê em parastina serxwebûn û paşeroja xwe jî dikin."

Erdogan di axaftina xwe da got, "Mixabin di nava siyasetmedarên welatê me da bextreşên ku Hemasê ji Netanyahu re dihêlin hene, dibêjin Netanyahu çawa terorîst e Hemas jî wisa terorîst e.  Îro hin kes Xezeyê weke dereke dûr dibînin, heta weke dereke pir dûrî me dibînin. Mixabin vê bi eşkereyî jî dibêjin."

“Em dê Îsraîlê wekî sûcdarê şer îlan bikî”

Erdogan bang li Îsraîlê kir û wiha axivî:

"Rojava deyndarê te ye lê deynê Tirkiyeyê ji te re tune. Ji bo wê em evqasî rehet dikarin biaxivin. Ji ber ku Tirkiye deyndarê te nîne Erdogan wiha diaxive. Ji ber ku min got Hemas ne rêxistineke terorê ye, Îsraîl pir aciz bûye.

Me dizanibû hûn dê wisa bibêjin, loma jî me bi eşkereyî got. Îsraîl em jî dê te wekî sûcdarê şer li dinyayê îlan bikin, em amadehiya vê dikin û em dê wekî sûcdarê şer Îsraîlê li dinyayê bidin nasandin.

Di 1947an da Xeze, Filistîn çi bû îro çi ye? Îsraîl tu çawa hatî vê derê? Tu dagirker î û tu rêxistinek î. Her kes dizane ku Îsraîl li herêmê tenê piyon e û gava roja wê hat dê bê fedakirin."

“Berpirsyarê êrişên li Xezeyê Rojava ye”

Erdogan anî ziman ku welatê Rojavayî li hemberî êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê bêdeng e û got:

"Rojava ji bo ku qetlîama zarok, jin û kesên bêgubeh li Xezeyê meşrû bike ji siyasetmedaran bigire heta çapemeniyê seferber bûye, Îsraîl bi awayekî eşkere sûcê şer dike.

Berpirsyarê herî mezin ê qetlîama li Xezeyê Rojava ye. Qetlîama li Xezeyê bi temamî berhema Rojavayê ye. Esas xwediyên lîstika ku li herêmê tê lîstin ew kes in ku şeytaniyên rêvebiriya Îsraîlê diparêzin. Lewra Îsraîl bêyî wan nikare gav biavêje."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst