Ahmet Hakan bo Fatih Portakal: Cahilekî wek te nebe ti kes ji Pêşmerge re nabêje terorîst

28-10-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Ahmet Hakan Fatih Portakal Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bêjerê kanala CNN Turk û nivîskarê rojnameya Huriyet a Tirkiyê, Ahmet Hakan bersiva bêjerê kanala FOX TV ya wî welatî Fatih Portakal dide û jê re dibêje, “li cîhanê ti kes ji Pêşmerge re nabêje terorîst, cahilekî weke te nebe.”

Ahmet Hakan îro bi sernivîsa “Li Nevşehîrê yê ku bi rastî gefê li asayişa netewî dike kê ye?”, di nivîsa xwe ya li rojnameya Hurriyetê de bersiv da spîkerê FOX TV, Fatih Portakal, ku ji Pêşmerge re gotibû, “terorîst.’

Di vê nivîsa xwe de, Ahmet Hakan ji Fatih Portakal re dibêje, “li cîhanê ti kes ji Pêşmerge re nabêje terorîst, cahilekî weke te nebe.”

Ahmet Hakan dibêje, “Pêşmerge hêza çekdar a yasayî ya Herêma Kurdistanê li Iraqê ye”, ku Fatih Portakal haya wî jê tine ye.

Hakan herwiha ji spîkerê FOX TVyê re dibêje, “navlêkirina Pêşmerge weke terorîst, zir nezanî ye ku haya wî jê tine ye.”

Di berdewamiya nivîsa xwe de, Ahmet Hakan ji Fatih Portakal re dibêje, çavê xwe boq dikî û li ber xwe biryaran didî.

Çi bibû?

Bêjerê FOX TVê Fatih Portakal ku weke nêzîkî opozisyona Tirkiyê tê naskirin, di bultena xwe ya 25ê Cotmehê de Hêzên Pêşmerge yên bo piştevaniyê çûbûn Kobanî, weke “terorîst” pênase kir.

Fatih Portakal bi armanca ku AK Partiyê rexne bike wiha got: “Di 29ê Cotmehê Cejna Komariyê de we ji bo derbasbûna teroristan, pêşmerge merasîm saz kir. Ew diçûn  Ayin El Araba (mebesta wî Kobanî ye), we di Cejna Komariyê de ev yek kir. Bêguman hûn dê ji bo wê yekê jî min rexne bikin û ji min re bibêjin terorîst, lê hûn çi dibêjin bibêjin.”

Bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, Îlona 2014 rastî êrişa DAIŞê hat. Bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê yê wê heyamê Mesûd Barzanî, Pêşmerge bi çekên giran bi rêya Bakurê Kurdistanê re derbasî Kobanî bû. Piştî şerekî giran Kobanî roja 26 Çileya 2015 ji nav lepê DAIŞê hat derxistin.

Dema ku pêşmerge di 28ê cotmeha 2014an de çûn Kobanî, tenê beşekî biçûk mabû ku bikeve destê çekdarên DAIŞê, lê bi çûna Pêşmerge re rewş hat guhertin û roj bi roj ligel şervanên Kurd pêşde çûn û hemû herêma Kobanî hat kontrol kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst