Ji bo 22 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hişyariya barana zêde, lehî û bahozê

28-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasî ya Tirkiyê bo 3 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 19 parêzgehên Tirkiyê hişyariya barana zêde daye û ragihandiye ji ber egera lehiyê divê tedbîrên pêwîst  bên wergirtin.

Saziya Keşnasî ya Tirkiyê, roja Înê 28ê Nîsana 2023an ragihandiye ku dê li parêzgehên Dêrsim, Xarpêt û Erzînganê yên Bakurê Kurdistanê û 19 parêzgehên Tirkiyê baraneke zêde bibare û ligel vê yekê li çend deveran jî dê ba û bahoz çêbibe.

Li gor daxuyaniya saziya navborî, li herêmên Behra Reş û Anatolya Navîn ên Tirkiyê dê pileya germê di navbera 3 heta 5 pileyan de dakeve, lê li herêmên din guhertinek çênabe.

Herwiha dijî egera lehiyê û bahozê hişyarî hatiye dayîn ku ligel barana zêde dibe hêza bayê di demjimêrekê de bigihe zêdeyî 60 kîlometreyan.

Bi taybet ji bo çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî hişyariya tozbarînê hatiye dayîn ku welatî li gor vê yekê tedbîrên xwe yên pêwîst werbigrin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst