Bahçelî ji Bakirhan re telefon vekir: Em dê bi hev re vî welatî demokratîk bikin

28-02-2025
RÛDAW
Nîşan Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan DEM Partî Tuncer Bakirhan Devlet Bahçelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand ku piştî banga Abdullah Ocalan, Serokê MHPyê Devlet Bahçelî jê re telefon vekir.

Bahçelî ji Tuncer Bakirhan re got, "Em ê bi hev re vî welatî demokratîze bikin."

Tuncer Bakirhan di bernameya Medya Haber TVyê de li ser banga Abdullah Ocalan û hevdîtinên ku wan kiriye axivî.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê diyar kir ku piştî xulek ji banga Ocalan, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî telefon jê re vekir û wiha got:

"Birêz Ocalan pêngava 1ê Çiriya Pêşîn girîng dibîne, pir bi qîmet dibîne. Demeke taybetî jî ji bo wê veqetand.

Wî got ku piştî vê bangê Birêz Bahçelî dikare rola xwe bilîze.

Piştî weşana zindî, Bahçelî telefon ji min re vekir û pîroz kir got, 'Rihet bin, em dê bi hev re vî welatî demokratîk bikin. Tiştê ku ji bo demokrasiyê hewce be, em dê bi hev re bikin. Ez li cihê xwe de me. Ji bo demokrasiyê çi pêwîst be, ez amade me bikim'."

Heyeteke berfireh a DEM Partiyê piştî serdana Îmraliyê banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan belav kir

 Şandeya DEM Partiyê, piştî sê hevdîtinên ku bi bang û daxwaza Bahçelî li Girtîgeha Îmraliyê hatibûn kirin doh li Stenbolê daxuyaniya Abdullah Ocalan a bi navê "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ragihand.

Rêberê PKKyê Ocalan banga danîna çekan û xwe fesixkirinê li PKKyê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst