Malbata Deniz Poyraz daxwaza eşkerekirina têkiliyên kujer dike

27-12-2022
Omer Sonmez
Malbat û parêzer daxwaza eşkerekirina têkiliyên kujer dikin
Malbat û parêzer daxwaza eşkerekirina têkiliyên kujer dikin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îzmirê di doza derbarê êrîşkarê ser ofîsa HDPê ya Îzmîrê û kujerê Deniz Poyraz, Onur Gencer de dadgeh biryara xwe aşkere kir. Dadgehê derbarê kujer Onur Gencer de biryara cezayê muebbet ê giran û herwiha 9 sal cezayê girtîgehê da.

Dadgeh bêyî amadebûna parêzer, malbat û HDPyiyan biryara xwe ragihand. Dê û bavê Deniz Poyraz ji Rûdawê re axivîn û biryara dadgehê nekafî dîtin. Malbat û parêzer daxwaza eşkerekirina têkiliyên kujer û ronîkirina organîzasyona êrîşê dikin. Ji loma jî ew amadehî dikin ku serî li Dadgeha Bilind bidin. 

Dê û bavê Deniz Poyraz, Fehime û Abdulilah Poyraz, ew ji yekemîn rûniştina doza qetilkirina keça xwe, ji 29ê Kanûna 2021an û vir ve salekê ne ku li salonên dadgehan li pey edaletê ne. Lê wan îro nikarin tevlî doza biryarê ya kujerê keça xwe jî bibin. Daxwaza wan her ew e ku êdî meseleya Kurd bê çareserkirin, aştî pêk were û kuştinên bi vî awayî pêk neyên.

Dayika Deniz Poyraz Fehime Poyraz dibêje: “Em naxwazin ku darizandin raweste. Ji bo ku rastîyên din derkevin holê em dixwazin ev doz dewam bike. Ji loma jî wê têkoşîna me berdewam bikin."

Bavê Deniz Poyraz Abdulilah Poyraz jî got: “Qatil bi serê xwe tiştekî wiha nekiriye. Ew zilamê dewletê ye. Kesên ku biryar dane, ferman dane û plan kirine ku êrîş bibe ser avahiya HDPê dikeve derkeve pêşberî dadgehê.”

Heftemîn rûniştina doza kuştina Denîz Poyraz ku di êrîşa ser avahiya HDPê ya Îzmîrê de hatibû kuştin, di 27ê Kanûna 2022an de, li Kampusa Girtîgeha Şakranê ya Aliagaya İzmirê birêve çû. Lê di dozê de tiştekî balkêş qewimî. Lewra darizandina kujer bêyî amadebûna parêzer, malbat û HDPyîyan hat kirin. 

Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê, nêzî 20 serok baroyan û 100 parêzeran biryara şandeya dadgehê ya sînordarkirina parêzeran protesto kirin û salonê terikandin. 

Şandeya dadgehê, derbarê nîjadperestê Tirk Onur Gencerê êrîşkarê ser avahiya HDPê ya Îzmîrê û kujerê Deniz Poyraz de biryara xwe eşkere kir. Dadgehê derbarê kujer Onur Gencer de biryara cezayê muebbet ê giran û herwiha ji ber sûcên cuda 9 sal cezayê girtîgehê da. 

Berpirsê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDPê Serhat Eren jî dibêje: “Ji destpêka dozê heta niha daxwaza me her ew bû ku têkilî û kesên alîkarî dane wî derkevin holê. Ji loma jî em bi biryara dadgehê nerazî ne, em qebûl nakin. Li dijî vê ji bo ku heqîqet derkeve holê çi ji destê me were em ê bikin."

Onur Gencerê 27 salî di 17ê Hezîrana 2021an li navçeya Konakê ya Îzmirê, êrişî avahiya HDPê kiribû û xebatkara partiyê Denîz Poyraz kuştibû.

Malbat û parêzerên Deniz Poyraz û HDP, biryara dadgehê têr nabînin û daxwaza berfirehkirina dozê û ronîkirina têkiliyên kujer dikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst