Li Îzmîr 500 karker bi carekê de ji kar hatin derxistin

27-08-2022
RÛDAW
Nîşan Santrala Etomî ya Akkuyuyê Îzmîr Kompaniya Aydiner
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li sentrala Etomî ya Akkuyu ya bajarê Îzmîrê 500 karkerên ku ji ber kêmbûna mûçe dest bi çalakiyê kiribûn û daxwaza zêdekirina mûçeyê xwe dikirin ji kar hatin derxistin.

500 Karkerên ku li kompaniya binesaziy ya Aydiner dixebitîn, ji bo zêdekirina mûçeyên xwe di 23yê Tebaxê de çalakiya rawestandina kar li dar xistin.

Bi gotina karkekran kompaniyên din ên di santralê de dixebitin ji karmendarên xwe re ji sedî 35 mûçeyên wan zêde kirine, lê ji wan re ji sedî 15 zam hatiye kirin û nerazînûn li hemberî vê yekê nîşan dan.

Kompaniya navborî 500 karkerên beşdarî çalakiya rawestandina kar bibûn ji kar avêtin.  

Xwediyê kompanyayê kartê karkeran a ketina nav kompanyayê hilweşand û nehiştiye karker biçin ser kar û hat zanîn ku leşkeran karker dorpêç kirine. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst