Tirkiye: Em dê ji kesên ku êrîşî konsulxaneya me ya Mûsilê kirine hesab bipirsin

27-07-2022
RÛDAW
Nîşan Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê Mûsil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê êrişa ser Konsulxaneya Tirkiyê ya Mûsilê şermezar kir û ragihand, ew dê ji kesên ku êrîşî konsulxaneya me ya Mûsilê kirine hesab bipirsin.

Karguzarê Nûnertiya Daîmî yê Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî Oncu Keçeli roja Sêşema 26ê Tîrmeha 2022an ragihand, avahiya konsulxaneya Tirkiyê ya Mûsilê bi 4 mûşekan hatiye hedefgirtin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro Çarşema 27ê Tîrmeha 2022an di twîteke xwe de êrîşa ser konsulxaneya Tirkiyê ya Mûsilê şermezar kir û got, “Vê êrîşê careke din nîşan da ku kî êrîşî sivîlan û cihên sivîlan dike.”

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê her wiha ragihand ku ew amade ne di şerê li dijî “terorê” û parastina ewlehiya sînoran de bi aliyên Iraqî re hevahengiyê bikin.

Piştî êrîşa 20ê Tîrmeha 2022an a li ser seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê ku di encamê de 9 geştyarên Ereb canê xwe ji dest dan û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn, êrîş û zextên li ser armancên Tirkiyê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê zêde bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê anî ziman, “Zû yan dereng em dê ji terorîstên ku êrîş pêk anîne hesap bipirsin wek çawa me ji terorîstên din hesab pirsî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst