Tê xwestin ku Dayîkên Şemiyê ji 3 meh heya 6 salan bêne zindanîkirin

27-03-2021
Rawîn Stêrk
Li Stenbolê 46 Dayîkên Şemiyê hatin dadgehîkirin
Li Stenbolê 46 Dayîkên Şemiyê hatin dadgehîkirin
Nîşan Dayîkên Şemiyê Tirkiye
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Dayîkên Şemiyê, ango kesên ku xizmên wan wenda ne bi tometa ku li hemberî qanûna xwepêşandan û meşê derketine derketin pêşberî dadgehê. 46 kesên ku beşdarî 700mîn hefteyê çalakiya ‘Daykên Şemiyê’ bibûn tevî hejmarek zêde ya parêzer û parlementeran li Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bûn. Bo wan ji 3 mehan ta 6 salan ceza tê xwestin.

Dayîkên Şemiyê, ango ewên ku kesûkarên wan wenda ne û aqûbeta wan ne diyar e careke din di jêr dorpêça polîsan de ne. Lê vê carê ne li meydana ku ew her lê rûdinin, lê pêşiya dadgehê. 46 kesên bi tometa ku daxwaza aqûbeta xizmên xwe kirine û bo vê beşdarî çalakiyê bûne, li dadgeha cezayê giran têne darizandin. Ew vê yekê weke berdewamiya zilmê dikin ku li wan tê kirin.

Derbarê vê yekê de mafnas Hasan Karakoç got: “Polîtîka ya wendakirinê sûcekî li hemberî mirovahiyê ye. Li hemberê vê em têkoşîna mirovahiyê, dadê û hiqûqê 26 sal in beredwam dikin. Ya ku me kirî ne tawanek lê têkoşîna dadweriyê ye. Heta ku me ew çalakî da dastpêkirin hejmara wendahiyan her zêde dibû. Lê piştî ku vê çalakiyê destpêkir rêje kêm bû. Têkoşîna me têkoşînek e mafdar e û me pirsa aqubeta kesûkarên xwe dikin. Em mafdar in û hezar sal derbasbe jî em dev ji vê têkoşîna xwe bernadin.”

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan jî got: “Ew bê edaletî ye ku li van malbatan tê kirin. Me bi dehan doz ji bo wendahiyan vekirine lê ew doz her bê encam dimînin. Çalakiya dayîkan bi biryara wezareta navxwe hat qedexekirin û dozeke ecêb hatiye vekirin. Tu tiştekî maqûltir nîn e ku dayîk li wê meydanê rûnin. Ew der navendeke hafizayî ye. Ji wê meşrûtir tiştek nîn e li cîhanê. Divê desthilat ji van dozan vaz bê. Tiştek nikare çavê wan dayîkan bitirsîne.”

Di 25ê Tebaxa 2018an de wan xwestibû 700mîn car li Meydana Galatasarayê rûnin û bi çalakiyeke bêdeng pirsa aqubata bav, bira, kur, keç an hevjînên xwe bikin ku ew di jêr çavdêriya dewletê de hatine wendakirin. Lê çalakî hatibû qedexekirin û wê rojê li ser cadeya Îstiklalê tundutûjiyeke giran li wan hatibû kirin. Hinek birîndar bibûn, hinek hatibûn destgîrkirin. Lê tvî vê dawakar ne lê ew careke din tawanbar in.

Birayê yek ji wendayiyan Mîkaîl  Kirbayir jî dibêje: “Sûcdar bûne dawakar û dawakar bûne sucdar.41 salin ku birayê min di jêr çavdêriya dewletê de hatiye wendakirin. Me êşa xwe bi cîhanê re parvekir û pirsa aqubeta wan kir. Lê zilm li me hate kirin. Ew êşeke mezin li me peyda dike. Baş e wê kî mafê me biparêze? Em welatiyên vî welatî ne. Ên ku hatine wendakirin jî welatî ne. Baş e dewlet li ku ye? Em matmayî ne.”

Beriya ku dadgeh destpê bike li pêşiya dadgehê bi beşdariya hejmarek parlementerên CHP û HDP û parêzerên xwe, wan ew rewş şermezar kirin û gotin ku darizandina wan cihê şermê yel. Ji bo wan daxwaza cezayê zindanê tê kirin di navbera 6 meh û 3 salan de.

Parlementerê CHPê Alî Şeker jî wiha axivî: “Eger ku li welatekî kuştinên siyasî bê encam dimînin ji ber wê ye ku wisa tê xwestin. Ji wê rojê vir ve yên ku Tirkiye birêve dibin berpirsin di van kiryarên bê faîl de. Li ser vê mijarê gelek rapor hatin amadekirin gelek doz vebûn. Rayedarên ji wê rojê heta îro kîbin berpirsên van wendahiyan jî ew in.”

Dayîkên Şemiyê ji 27ê Gulana 1995an heta wê rojê her rojên şemiyê ne tenê li Galatasaray lê li çend bajarên din jî heman çalakî bi heman hincetê birêve dibirin. Lê ji 25ê tebaxa 2018an vir ve nikarîne biçin cihê xwe û çalakî li hundirê Komeleya Mafên Mirovî berdewam dikir. Piştî ku corona belavbû bi şûn de jî çalakiya wan bi awayê onlayn berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst