Li ser biryara hilbijartinên pêşwext welatî çi difikirin?

27-01-2023
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Tirkiye Hilbijartinên Serokkomariyê
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyê xebatên hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê dest pê kirin. Partiyên siyasî li qadê xebatan dikin û mitîngan lidar dixin. Tê çaverêkirin ku hilbijartin di 14ê Gulana 2023yan roja Yekşemê de bêne kirin. Di şertên asayî de dîroka hilbijartinê 18ê Hezîrana 2023 bû. Lê desthilata Ak Partiyê bi hinceta betlaneya havînê dema hilbijartinan bipêş anî.

Li gorî piraniya welatiyên Stenbolê ji ber betlaneya havînê ev biryareke maqûl û asayî ye. Lê hin welatî jî didin zanîn ku desthilat li gor berjewendiyên xwe biryar da hilbijartin hinek pêşxwet bêne kirin. Her wiha piraniya welatiyên Tirkiyê didin zanîn ku ew di bin siya krîza aborî û atmosfera tund a siyasî de diçin hilbijartinan.

Welatî li ser pirsa peyamnerê Rûdawê “Te biryara pêşwext a hilbijartinan çawa dît?” wiha bersiv dan:

Xebatkar Kemal Batal got “Ji ber havîn û betlaneyê wê hilbijartin beriya wextê xwe bi mehekê bê kirin. Ev yek wê nebe pirsgirêk.”

Malnişîn Mustafa Egeban dibêje “Li gorî teqwîma normal wê hilbijartin di meha Hezîranê de bihata kirin. Lê desthilat li gorî berjewendiya xwe bipêş xist.”

Xebatkar Oguz Yiritci ragihand “Ya rast ez bi salan e deng nadim. Çima dizanin? Ji ber ku tu tişt li vî welatî naguhere. Yanê em deng bidin kîjan partiyê jî rewşa welat li holê ye.”

Malnişîn Hayrettin Say diyar kir “Ger ev biryar di çarçoveya yasayan de be biryareke maqûl û normal e. Em ê jî wek welatiyan bi berpirsyarî tevbigerin û biçin dengê xwe bidin.”

Li Tirkiyê 3 tifaqên siyasî hatine damezrandin. Namzedê Tifaqa Cumhurê Erdogan e, lê namzedên her du tifaqên din hêj ne diyar e. Ger hilbijartin bimîne gera duyem wê hilbijartin di 28ê Gulanê de bê kirin.

Li gorî te Tirkiye di atmosferekê çawa de diçe hilbijartinan?

Xebatkar Kemal Batal anî ziman “Rewşa me pir baş nîne, jixwe rewşa dinyayê jî baş nîne.Ya rast em pêşiya xwe nabînin.”

Malnişîn Mustafa Egeban destnîşan kir “Ez malnişîn im û 3 hezar û 500 lire mûçeya malnişiniyê digrim. Lê kirêya herî kêm niha 6-7 hezar lire ye. Faturaya gaza xwezayî tê hezar lire, elektrik 750, av jî 350 lire.”

Xebatkar Oguz Yiritci got “Rewşa me gelek xirab e. Em bi xwe jihevûdin re ne baş in. Her kes ji hev nerazî ye. Ji bo pêşketina welat tu tişt nayê kirin. Jixwe ji xeynê siyasetê jî her tişt tê kirin.”

Malnişîn Hayrettin Say dibêje “Karê me gelek zehmet e. Bi rastî jî karê me gelek zehmet e. Ji loma jî divê em her bixebitin.”

Herî dawî hilbijartinên giştî di 24ê Hezîrana 2018an de hatibû kirin. Benda hilbijartinê ji sedî 10 daket ji sedî 7an. Di siyaseta navxweyî de doza girtina HDPê jî di rojevê de ye. Ber bi hilbijartinan pirsa Kurd jî zêdetir tê nîqaşkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst