Berpirsekî Partiya DEVA bi îdiaya sîxuriyê hat desteserkirin

26-11-2021
RÛDAW
Nîşan Tekstîl Ewropa Wan Partiya DEVA Ali Babacan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Damezrêner û berpirsê Partiya DEVAyê Metin Gurcan, bi îdiaya sîxuriya siyasî hat desteserkirin.

Metin Gurcan li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, polîsan demjimêr 6.30yan bi ser mala wî de girtin û li mala wî lêgerîn kirin.

Metin Gurcan got, “Ez bi tawanê sixûriya siyasî têm desteserkirin. Polîs li malê ne... Lêgerînê dikin. Ez şok bûm. Piştgiriya we dixawazim.”

Metin Gurcan sala 2015an ji artêşa Tirkiyê xanenîşîn bû û Adara 2020an bû damezrênerê Partiya DEVA ku bi serokatiya Ali Babacan hat damezrandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst