DİSK: 2 rojnamevanên ku daxuyaniya Kobaniyê dişopandin hatin desterserkirin

26-04-2021
Nîşan Rojnamevan HDP Doza Kobanî Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Peyamnêrê Ajansa Mezopotamayê û Kameravanê Arti TVyê yên ku li ber avahiya HDP ya Stenbolê civîna çapemeniyê dişopandin hatin desteserkirin.

Serokatiya Bajarê Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya yekemîn rûniştina Doza Kobaniyê xwest li ber avahiya serokatiya bajêr civîneke çapemeniyê li dar bixin.

Polîs rê nedan ku li ber avahiyê daxuyanî bê dayîn û ji ber ku dirûşmên ku hatin avêtên polîs mudaxale kir. Têgotin gelek kes hatine desteserkirin.

Herwiha polîsan mudaxaleyî rojnamevanên ku mudaxeleya wan ya li dijî rêveberên HDP'ê kişand jî kir.

Sendîkaya Karê Çapemeniyê ya DİSKê, dîmenên dema rojnameger hatin binçavkirin parvekir û got “Endamên me, kameravanê Artı TVyê Bilal Meyvecî û peyamnêrê Ajansa Mezopotamyayê Enes Sezgîn yên ku di derbarê Doza Kobanê de daxuyaniya çapemeniyê ya Rêxistina Bajarê Stenbolê ya HDP dişopandin, hatin desteserkirin. Kameraya Meyvecî hat şikandin. Kesên ku hatine desteserkirin divê demildest serbest bên berdan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst