Li Bakurê Kurdistan û Tirkiye qedexa çûnûhatinê bi dawî bû

26-04-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Bakurê Kurdistan û Tirkiye qedexa çûnûhatinê ya 82 demjimaran a di çarçoveya tedbîrên coronayê de bi demkî hatî ragihandin, bi dawî bû.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê di çarçoveya tedbîrên dijî Coronayê, 22ê Nîsanê roja pênşemê demjimêr 19:00an de qedexeya çûnûhatinê hatibû ragihandin. Ev qedexe îro 26ê Nîsanê demjimêr 05:00an de bi dawî bû.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî civîna Desteya Wezîran ya Serokomarî ya 13ê Nîsanê derbarê tedbîrên dijî nexweşiya Coronayê daxuyaniyek dabû.

Erdogan diyar kiribû ku di du hefteyên destpêka meha Remezanê de tedbîrên heyî hene hişktir dikin û derbasî qedeyek qismî dibin. Demjimêrên qedexeya çûnûhatinê jî wek19:00 û 05:00 hatin nûkirin.

Wezareta Navxweyî bi giştînameyekê ragihandibû ku ji ber roja 23 Nîsanê bêhnvedana fermî ye, bo vê hefteyê taybet qedexe wê 3 rojan berdewam bike.

Di vê çarçovê de qedexeya ku giştî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 22ê Nîsanê demjimêr 19:00an de bo 82 saetan destpêkiribû, îro 26ê Nîsanê demjimêr 05:00an de bi dawî bû.

Tê pêşbînîkirin di civîna îro ya Desteya Wezîran de derbarê tedbîrên coronayê biryarên nû bên diyar kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst