Dema serdana Ocalan diyar bû: Vê carê Ahmet Turk jî diçe Îmraliyê

26-02-2025
RÛDAW
Nîşan Heyeta Îmraliyê Ahmet Turk Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê dê sibe biçe serdana Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û vê carê siyasetmedarê Kurd Ahmed Turk jî di nav Heyeta Îmraliyê de cih digire.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe li girtîgeha li Girava Îmraliyê bi Serokê PKKyê Abdullah Ocalan re sêyemîn hevdîtina xwe pêk bîne.

Hat diyarkirin ku Ahmet Turk jî dê di di nav heyeteê de cih bigire.

DEM Partiyê ragihand ku Heyeta Îmraliyê ya vê carê ji 7 kesan pêk tê.

Kesên ku di nav Heyeta Îmraliyê de cîh digirin ev in:

Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatimogullari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çiçek, Faîk Ozgur Erol

Her wiha DEM Partiyê da zanîn ku piştî hevdîtina li Îmraliyê, heyet dê sibe (27ê Sibatê) li Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar bixe û derbarê hevdîtinê û encamên wê de agahiyên berfireh bide.

Ofîsa Çapemeniyê ya DEM Partiyê got, "Eger ti astengî pêk neyên em li bendê ne ku Birêz Ocalan daxuyaniyeke dîrokî bide.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst