Li Derya Spî erdhej çêbû

26-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Spî di Kendava Antakya de bi hêza 4.5 pile erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihand ku roja Yekşemê 26ê Sibata 2023an demjimêr 05:26 xûlekan li Kendava Antakyayê li Derya Spî bi hêza 4.5 pile erdhejek çêbûye.

Li gor daxuyaniya AFADê navenda erdhejê 3.25 kîlometre nêzîkî navçeya Samandagê ser bi parêzgeha Hatayê bûye û kûrahiya wê jî 13.29 kîlometre bin erdê çêbûye.

Piştî erdheja 6ê Sibatê li Tirkiye û Bakurê Kurdistan erdhejên nû û yên paşekî berdewam in. Doh li çendin parêzgehan erdhej çêbûn ku pileya wê zêdeyê 5 pile bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst