AK Partiyê çi daxwaz ji Desteya Bilind a Hilbijartinan kir?

25-12-2021
RÛDAW
Nîşan AK Partî Desteya Bilind a Hilbijartinan Hilbijartina Pêşwext
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdîakirin ku AKPê bo bijardeyên hilbijartina pêşwext û hilbijartina ji nişka ve ji Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê pirsî ye ka amade ye yan na. Li gor îdîayê, Desteya Bilind a Hilbijartinan ji AKPê re gotiye, bi mercê ne kêmî 60 rojan be bo herdû bijardeyên hilbijartina pêşwext û hilbijartina ji nişka ve amade dibin.

Li gor medya Tirkiyê, AKPê bo bijardeyên hilbijartina pêşwext û hilbijartina ji nişka ve ji Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê pirsî ye ka amade ye yan na.

Lewra Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê bo egera hilbijartineke pêşwext ketiye tevgerê. Desteya Bilind a Hilbijartinan, berî hilbijartinê divê 160-180 milyon pisûleyên dengan û zerfam amade bike ligel navendan. Bo kêm û kurtiyan jî ya dê biçe îhalyê yan jî ew dê bi xwe tiştên pêwîst bikire.

Ji bo Desteya Bilind a Hilbijartinan hem li navxwe û hem li derveyî Tirkiyê amadekariyên xwe temam bike, pêdiviya wê bi demeke ciddî heye. Desteya Bilind a Hilbijartinan ji desthilatê re gotiye ku heta piştî 60 rojan ji hilbijartinê re amade ye.

Li ser banga aliyên siyasî yên opozisyonê ku daxwaza hilbijartina pêşwext dikin, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû: “Hilbijartin di dema xwe de tên kirin.” Wate sala 2023ê, lê li gor çavdêrên siyasî egereke zêde heye ku hilbijartina pêşwext di 2022ê de bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst