Ciwanê Kurd ji ber parvekirina stranê hat desteserkirin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Stenbol Kurd Abdullah Ocalan Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê ciwanekî Kurd ji ber ku strana tê de pesnê Ocalan tê dayîn parve kiriye hat desteserkirin.

Li navçeya Bahçelîevlerê ciwanê bi navê Î.Ç. yê 19 salî di otomobîlê de li ber strana "Daglar daglara benzer" (Çiya dişibin çiya) ku tê de pesnê Reberê PKKyê Abdullah Ocalan tê dayîn, vîdeoyek girt û li ser medyaya civakî parve kir.

Li ser vê yekê Î.Ç. di çarçoveya qanûna "Pesindana sûc û sûcdar" ji aliyê tîmên Birêvebiriya Ewlehiya ya Stenbolê ve hat destesekirin.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê Î.Ç. biriye qerekolê û piştî wergirtina îfadeyan dê wî bibin dadgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst