Erdogan: Em dê “kembera ewlehiyê” ji rojava heta rojhilat li seranserî sînor temam bikin

25-11-2022
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Parastina Sînoran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê ragihand ku ew dê kembera ewlehiyê ya li derveyî sînorên Tirkiyê di demeke nêz de ji rojava heta rojhilat li seranserî sînor temam bikin û got, “Em dê bi vê yekê jî wiha bikin ku hem  welatiyên hem û hem jî kesên li wan deran dijîn bi ewlehî li siberoja xwe binêrin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro 25ê Mijdara 2022an di bernameya taybet a bi boneya Roja Rûbirûbûna Tundûtûjiya li Beramber Jinan de gotarek pêşkêş kir.

Erdogan amaje bi  operasyonên vê dawiyê yên Artêşa Tirkiyê  li Rojava û Başûrê Kurdisdtanê da û got: “Li pêşiya berf û zivistan heye, lê em guh nadin vê yekê û em dê gelek kar bikin. Înşaallah sala 2023ê dê bo van bibe dawî.”

Bi gotina Serokkomarê Tirkiyê ew dê “kembera ewlehiyê ya li derveyî sînorên Tirkiyê di demek nêz de ji Rojava heta Rojhilat li seranserê sînorên Tirkiyê yên bi welatên din re temam bikin.

Roja Yekşemê 20ê Mijdara 2022an Tirkiyê operasyoneke bi navê Pençe-Şûr ragihand û êrîşeke asmanî bo ser pêgehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Başûrê Kurdistanê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistan û navçeyên din ên di jêr desthilata Rêveberiya Xweser de dest pê kir.

Roja Sêşemê 22ê Mijdara 2022ê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand van nêzîkan artêşa welatê wî  operasyoneke bejayî bo navçeyên di jêr desthilata HSDê de dide destpêkirin.

Erdogan amaje bi êrîşên asmanî yên van çand rojên dawî yên Artêşa Tirkiyê jî kir û got, “Înşallah demek nêzîk bi tank  û top leşkerên xwe û ew aliyên ligel me em dê koka terorê bikolin.”

Lê Amerîkayê ku di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymana HSDê nîgeraniya xwe ya derbarê operasyona bejayî ya  Tirkiyê de nîşan da.

Herî dawî Cîgira Serokê Ofîsa Rojnamevanî ya Wezareta Berevaniya Amerîkayê Sabreena Seng ragihand ku êrîşên Tirkiyê metirsiyê li ser destkeftên şerê li dijî DAIŞê çêdikin û  Pentagonê jî gotibû, êrîşên asmanî yên vê dawiyê li bakurê Sûriyê rasterast ewlekariya karmendên Amerîkî yên ku li wî welatî bi hevbeşên xwecihî re kar dikin, dixe metrisiyê de.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan got, “Ez hêvîdar im sala 2023ê dê bo ew kesên ku ligel van rêxistinên terorî ku kujerên jin û zarokan in, hevalebndiyê dikin û mil bi milê wan tevdigerin,  bibe sala wane wergirtinê. Em dê herdemekê helwêsta van a dûrû li rûyê muxatabên xwe bidin û bi hev re ber bi serkeftinê ve biçin. Em  bi wê kembera ewlehiyê ya li ser sînorên xwe jiyana bi milyonan zarok û jinan diparêzin. Di demekî herî nêzîk de jî em dê vê kemberê ji Rojava heta Rojhilat li seranserê sînorên xwe temam bikin. Em dê bi vê yekê jî wiha bikin ku hem  welatiyên me  û hem jî kesên li wan deveran dijîn bi ewlehî li siberoja xwe binêrin.Bila ti gumana we nebe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst