4 partiyên opozisyonaTirkiyê li ser rewşa aborî civiyan

25-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parlamentoya Tirkiyê piştî daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerîkî û diravên biyanî, 4 partiyên siyasî  li Parlamentoya wî welatî  derbarê rewşa aboriya de civiyan.

Nûnerên Partiya Gel a Komarî (CHP), ÎYÎ Partî, Partiya Pêşerojê û Partiya Demokrat (DP) îro Pêncşemê 25ê Mijdara 2021an li Parlamentoya Tirkiyê civîneke bi navê “Nirxandina Aboriya Tirkiyê” saz kirin.

Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiyê de belavbûne, Berdevkê CHPê Faik Oztrak, Wekîlê Serokê Fraksyona ÎYÎ Partiyê Erhan Usta, Serokê Polîtîkayên Aboriyê yê Partiya Pêşerojê Kerim Rota û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Demokrat Bulent Şahinalp beşdar bûne.

Piştî civînê Wekîlê Serokê Fraksyona ÎYÎ Partiyê Erhan Usta ji Ajansa Fermî ya Tirkiyê re axivî.

Erhan Usta amaje bi wê yekê da ku wan di civînê de li ser daketina nirxê lîreyê tirkî li beramber diravên biyanî û tevgerên vê dawiyê yên  di bazara diravan de gotûbêj kirine û got: “Nêrînên me nêzîkî hev in. Me li hev kiriye ku eger di rojên pêş de pêwîst bike em dê careke din bicivin.”

Usta derbarê civînê de dibêje: “Di encama civînan de mijara dê  pêşnniyar bo hikûmetê bên dayîn an na hat rojevê. Di civînê de li ser pirsgirêkên aborî û sedemên wê yên bêbaweriya li beramber hikûmetê jî gotûbêj hatin kirin. Eger ev bêbawerî ji holê neyê rakirin ti sûda pêşniyara me nabe. Ji ber vê yekê xwesteka me ya pêşniyarê nîne. Ji ber ku heta ev helwesta hikûmetê berdewam be hûn çi pêşniyar bikin ev pêşniyar bisernakeve. Tenê yek pêşniyara me heye ew jî wergirtina biryara hilbijartina pêşwext e.”

Ev civîn di demekê de ye ku di meheke dawî de lîreyê Tirkî li hember dolar %30 nirxê xwe ji dest daye û  li ser vê yekê jî opozîsyon berdewam   rexneyên tund li desthilatê digre û daxwaza hilbijartinên pêşwext dike. Di serî de Erdogan berpirsên AKPê jî, her carê dubare dikin ku dê hilbijartin di Hezîrana 2023ê di wexta xwe de bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst