Li Enqereyê teqîn: Kesekî canê xwe ji dest da

25-09-2023
RÛDAW
Nîşan Enqere Teqîn TUBITAK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mamakê ya bajarê Enqereyê yê Tirkiyeyê di kargeha Enstîtûya Pêşvebirin û Lêkolînên Pîşesaziyê de teqîn çêbû.

Di encama teqînê de kesekî canê xwe ji dest da.

Parêzgariya Enqereyê di derbarê teqînê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de ragihand ku di kargeha Enstîtûya Pêşvebirin û Lêkolînên Pîşesaziyê ya girêdayî Saziya Lêkolînê Teknolojî û Zanistê ya Tirkiyeyê (TUBITAK) ji ber madeyên kîmyayî teqînek çêbûye.

Li gorî parêzgariyê, di encama wê teqînê de kesekî canê xwe ji dest da.

Herwiha parêzgariyê da zanîn ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Li aliyê din, Şaredarê navçeya Mamakê Murat Kose jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir.

Kose diyar kir ku di bûyerê ji bilî wî kesê ku canê xwe ji dest daye ti kesekî din birîndar nebûye û piştî teqînê agir bi kargehê neketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst