Stenbol - Nîştecihên Tokatkoyê bi zorê ji malên xwe têne derxistin

25-08-2022
Rawîn Stêrk
Rûxandina taxa Tokatkoy li Stenbolê berdewam e
Rûxandina taxa Tokatkoy li Stenbolê berdewam e
Nîşan Stenbol Tokatkoy Rûxandin
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tokatkoy a taxa ser bi Beykoza Stenbolê ve ragêşiya ji ber rûxandina taxê berdewam dike. Beriya çend rojan şaredariya Beykozê di ber kontrola polîsan de destpêkiribû xaniyan birûxîne. Careke din seyareyên kar di bin tedbîrên emnî û hêzeke zêde ya polîsan de ketin taxê û rûxandina avahiyan berdewam kirin. Şêniyê taxê bi darê zorê ji malên wan têne derxistin û bi heman şêweyî jî avahî têne xirakirin.

Ragêşî û rûxandina xaniyan ya li Tokatkoya ser bi navçeya Beykozê ve berdewam dike. Valakirina taxê bi hinceta nûjenkirina bajarvaniyê bi darê zorê tê kirin û bêyî ku zirara welatiyan bi dilê wan bê qerebûkirin didome. Hin xanî tevî ku tije eşya ne hatin rûxandin, hin welatî jî bi lezûbez xaniyên xwe vala dikin.

Nîştecihê taxa Tokatkoy Cemal Arkent dibêje: “Welehî bi xemgînî ez bêjim, ez kesekî netewperest û dewletçî me. Ji axa xwe û dewleta xwe hez dikim.  Lê niha dewleta me dihênciqîne. Ez niha neçarim ji xaniyê xwe derkevim. Doh du xaniyên cîranên me tevî eşya tê de bû bi ser de xirakirin. Bo ku heman tişt neyê serê min jî ez eşyayê xwe derdixim.”

Nîştecihê taxa Tokatkoy Ahmet Kermen jî got: “Bo xwedê, valakirin bi vî awayî dibe, ka edalet, ka hiqûq, ka dadwerî kî dê hesabê vê yekê bide.”

Di çarçoveya nûjenkirinê de li taxê ji bo nêzikî 600 avahiyan biryara rûxandinê hatibû dan û mohlet bo valakirina wan xaniyan hatibû diyarkirin. Piştî wê mohletê jî xirakirina xaniyan destpê kir. Heta niha nêzikî 350 xanî hatin rûxandin. Şêniyên taxê vê yekê weke zilma dewletê bi nav dikin. Lê hin welatî jî ji halê xwe razî ne.

Nîştecihê taxa Tokatkoy Salih Yalaz jî dibêje: “Welehî min îmze kir û qebûl kir. Sîstemeke gelekî baş danîn û ji mafê me bêhtir heq dan me.  Xiniyê me yê bi 300-400 hezarî xiradikin û yekî milyonî didin me. Xwedê ji dewleta me razîbe. Sîstem wiha dişixule, emê 20 salan salane 280- 300 hezar lîre bidin. Sîstemeke pir baş e em li pişt in.

Nîşteciha taxa Tokatkoy Mabkûle Aras jî got: “Ez nî ji nexweşxaneyê hatim, av û gaz avêtin min ez birîndar bûm. Ez nizanim wê çi bibe. Çima çareyekê bo me nabînin çima vê eziyetê bi me dikin min fêmnekir.

Xwediyên van xaniyên ku têne rûxandin dibêjin ku ew razîne xaniyên wan bêne nûkirin yan xirakirin, lê ne ku ew têkevin binê dêynên mezin ku 20 salan divê texsîdên wan bidin. Ji ber wê beşeke zêde yê şêniyên taxê dibêjin em tu caran bi şaredariyê le hev nakin û emê bi rêya dadgehê têkvin dû heq û mafên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst