Di çalakiya Dayikên Şemiyê de gelek kes hatin desteserkirin

25-06-2022
RÛDAW
Nîşan Dayikên Şemiyê Meydana Galatasarayê Çalakî Eren Keskin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dayikên Şemiyê yên ku daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin û kiryar bên cezakirin, xwestin 900emîn çalakiya xwe li Meydana Galatasarayê li dar bixin. Lêbelê polîsan rê nedan çalakî bê lidarxitin û encamê de gelek kes hatin desteserkirin.

Dayikên Şemiyê xwestin 900emîn çalakiya xwe li Meydan Galatasarayê li dar bixin. Hevserokên Giştî yên

IHDê ErenKeskn û Ozturk Turkdogan, Parlamenterên HDPê Zuleyha Gulumm Zeynel Ozen, Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Alî Şeker, Parlamenterê TIPê yê Stenbolê Ahmet Şik û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

Beriya çalakiyê gelek kolanên ku diçin Meydana Galatasarayê û Kolana Îstîklalê ji aliyê sedan polîsan ve bi wesayîtên zirxî, alavên desteserkirin û barîkatan hatin girtin.

Beriya daxuyaniyê polîsan ji girseya gel a li kafeyeke nêzî Meydana Galatasarayê kom bûn re gotin, ku ew  bi hinceta biryara qedexekirinê ya Qeymeqamiya Beyoglûyê dê destûr nedin çalakiyê.

Piştre girseya ku heta meydanê meşiya ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Gelek beşdarên ku di çalakiyê de israr kirin desteserkirin.

Hevserokên Giştî yên IHDê Eren Keskin û Ozturk Turkdogan jî di nav de gelek hatin desteserkirin.

Ji xeynî Keskîn û Turkdogan, Seroka Şaxa Stenbolê ya IHDê Gulseren Yolerî, Masîde Ocak, Jiyan Tosun, Besna Tosun, Hasan Karakoç, Îkbal Eren, Mîkaîl Karabayir, Hanîfe Yildiz, Arat Dînk hatin desterkirin.

IHD : Divê parêzvanên mafan demildest bên berdan

IHDê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û tê de dibêje “Hevserokên me yên Giştî Ozturk Turkdogan û Eren Keskîn jî di nav de hejmareke zêdeya ya parêzvanên mafan li Meydana Galatasarayê hatin desteserkirin. Parêzvanên mafên xwe yên mafên xwe yên destûrî bi kar tînin divê demildest bên berdan!” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst