Li Bedlîsê 4 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin

01-02-2024
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Qedexe Çalakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ragihand ku çalakiyên rûniştinê, daxuyaniyên çapemeniyê, greva birçîbûnê, danîna çadiran û herwiha hemû cor çalakî 4 rojan hatine qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Bedlîsê ji 1ê Sibatê 2024an heta 4ê Sibata heman salê 4 rojan bi her awayî çalakî hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin:

“Wek gelek cihan li Bedlîsê jî derbarê mijarên di rojeva welat û cîhanê de partiyên siyasî, komele, sendîka û saziyên civaka sivîl di mijarên diyar de bi kesên rast agahiyan didin xelkê, ji bo raya giştî bi afirînin û pê bidin qebûlkirin civînên çapemeniyê lidardixin, ji derve kom dibin, dimeşin, stand datînin, belavokan belav dikin û çalakiyên mîna van dikin.

Lê ev çalakî ji aliyê rêxistinên terorîstî û grupên provakatîf ve wekî şêwazeke çalakiyê gelek caran tê bikaranîn.

Li ser vê bingehî ji 1ê Sibatê heta 4ê Sibatê 4 rojan qedexeya çalakiyên ku ji aliyê parêzgariyê û qaymeqam ve izna wan nehatî dayîn hatine qedexekirin.”

Li aliyê din Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari Oruç ragihand ku  dê 1ê Sibatê bi armanca çareseriya Pirsa Kurd û berdana Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan dê ji parêzgehên Qers û Wanê dest bi meşê bikin û dê meşa wan heta 15ê Sibata 2024an berdewam bibe.

Biryara parêzgariya Bedlîsê ya qedexekirina çalakiyê piştî vê daxuyaniya DEM Partiyê hat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst