Parêzerên Ocalan: 2 meh in em agahiyê ji Ocalan nagirin

25-06-2020
RÛDAW
Nîşan Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku 2 meh in ew tu agahiyê ji miwekîlê xwe Rêberê  PKKê Abdullah Ocalan nagirin. Herwiha parêzerên Ocalanji bo ku sibê wî bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Buroya parêzerên Rêberê PKKê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 2 meh in ew tu agahiyê ji miwekîlê xwe û girtiyên din ên li Îmraliyê nagirin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Zêdeyî du meh in em nikarin ti agahî ji miwekîlên xwe yên li Îmraliyê werbigirin. Ji 27ê Nîsana 2020an dema axaftina bi telefonê û vir ve mixabin agahiya me li ser rewşa wan, li ser tendirurtî û ewlekariya wan nîne. Bi taybetî ji ber gefa heyî ya vîrusa Covîd-19 di asteke bilind de em bi fikar in.”

Parêzerên Ocalan didin zanîn ku hevdîtina herî dawî ya rû bi rû di 3ê Adara 2020an de li Girava Îmraliyê pêk hatiye û ji ber pandemiyê mafê axaftina bi telefonê ya heftane ya girtiyan li Tirkiyê hefteyê bû du caran, lê belê ew maf nedane Ocalan û girtiyên din ên Îmraliyê.

Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Îbrahîm Bîlmez, Serbay Koklu û Raziye Turgut bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.  

Parêzerên Ocalan ji 7ê Tebaxa 2019an ve 81 carin serî li serdozgeriyê didin, lê heta niha bersivek erênî yan jî neyînî nehatiye dayîn. Ev cara 82yê yee ku serlêdanên parêzeran bê bersiv dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst