Suleyman Soylu: Bi Kurdbûna xwe serbilind bin, bi zimanê xwe serbilind bin

25-05-2023
RÛDAW
Nîşan Suleyman Soylu Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di vekirina Mala Çandê ya Ehmedê Xanî ya li Stenbolê de diyar kir ku di desthilata AK Partiyê de derbarê mijara Kurdan de gavên girîng hatine avêtin û got, “Bi Kurdbûna xwe şanaz bin, bi zimanê xwe şanaz bin.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu roja Pêncşemê 25ê Gulana 2023an li navçeya Sultangazî ya ser bi parêzgeha Stenbolê beşdarî vekirina Mala Çandê ya Ehmedê Xanî bû.

Soylu amaje bi wê yekê da ku di 5 salên bê de Tirkiye dê serdema xwe ya zêrîn bijî û bi biratî û yekîtiya gelan dê bikeve serdema xwe ya herî baş.

Suleyman Soylu bi taybetî li ser mijara Kurdan diyar kir ku di dema desthilata Erdogan de gavên girîng  hatine avêtin û dê ev pêngav berdewam bin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu got, “Xwedê ji we razî be, her hebin. Bi Kurdbûna xwe serbilind bin, bi zimanê xwe serbilind bin. Ji bo ku em bikaribin vê yekê bêjin Tirkiye demeke dirêj derbas kir. Ez dubare dibêjim. Ji bo em bikaribin vê yekê bêjin Tirkiye demeke dirêj derbas kir. Ez hêvîdar im ew demên berê venegerin. Hemû kesan zincirên xwe qetandin. Tirk, Kurd, Çerkez, Boşnak, Arnavut, Roman, Ereb, Sunî, Elewî, laîk, oldar, Zaza û hemû kesan. Erdogan ew zîncîrên ku Tirkiye girêdabûn qetandin. Ji ber ku dewlemendiya vê axê azadî ye, serbestî ye. Mirov hebûneke azad û serbest e.”

Piştî hilbijartinên 14ê Gulanê ku hilbijartina serokkomariya Tirkiyê ji gera duyem re ma hewldanên aliyên siyasî yên wergirtina dengên dengdêran berdewam dike û gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê dê di roja Yekşema 28ê Gulana 2023an de bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst