Soylu li Cerablûsê beşdarî danîna hîmê komelgehên niştecîbûnê bû

24-05-2023
RÛDAW
Nîşan Suleyman Soylu Cerablûs Vegerandina Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu beşdarî merasima hîmdanîna 240 hezar xaniyên daîmî yên ku li bajarê Cerablusê bi piştgiriya Weqfa Pêşketinê ya Qeterê tên çêkirin bû.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu serdana bajarê Cerablusê kir û beşdarî merasîmên proje û komelgehên niştecîbûnê bû, ku wê ji bo penaberên Sûriyê yên ji Tirkiyê bên vegerandin tên avakirin.

Soylu ragihand, dê nêzîkî milyonek penaberên Sûrî di demeke kurt de vegerin welatê xwe.

Her wiha Soylu eşkere kir ku ewê bi alîkariya Qeterê 5 hezar xaniyan heta berî dawiya salê temam bikin.

Soylu got jî “Gava ku îro tê avêtin bo kesên ji warê xwe qut bûyîn hêviyeke. Li Tirkiyê ji bo vê vegera li ser daxwaza xwe ya bi ewle û bi rumet li 12 bajaran 12 ofîs hatine avakirin. Bi xwişk û birayên me yên Sûrî yên ku li Tirkiye dimînin, bi saziyên civaka sivîl , bi pêşengên olî re ev saleke em xebata vê yekê dimeşînin. Bi saya birayên me dê li vir jiyanek nû despê bike. Ev navçe dê êdî ne navçeyên şer, alûzî û krîzan bin, dê navçeyên hêviyê û siberojê bin. Xudê izin bide di nava demeke kurt de emê di nava 2 sal û nîv -3 salan de 240 hezar yekeyî avabikin û 1 miyon însan dê li vê navçeyê bê bicîkirin û dê jiyana xwe li vir berdewam bikin. Dê ev herêm bibe navçeyeke me ya herî giring. Ev pêngava Qeterê qêrîna, dil, wijdanê û biratiyê ye bo hemû cîhanê.”

Li aliyê din Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku ji bo asayîkirina pêwendiyên di navbera Enqerê û Şamê de wê di rojên bêde komîteya ku ji 4 welatan Sûriyê, Tirkiyê, Îraq û Rûsya bicive, di nava wê civînê de wê nûnerên wezareta navxwe, berevaniyê û istîxbaratê bicivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst