Êrişa li Enqereyê: Nasnameya jinekê jî hat eşkerekirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Alî Yerlîkaya TUSAŞ Mîne Sevjîn Alçîçek PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya nasnameya êrişkara din jî eşkere kir ku êrişa li Enqereyê pêk aniye.

Li Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di êrişê 5 kes hatine kuştin û 22 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya 2 kesên ku êriş encam daye jî hatine kuştin.

Alî Yerlîkaya îro bi rêya hesabê xwe yê Xê da zanîn ku nasnameya êrişkara duyem jî eşkere bûye.

Yerlîkaya diyar kir ku navê wê Mîne Sevjîn Alçîçek e û ew endama Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst