TUIKê “Amarên Koçê yên Navdewletî” belav kir

24-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan TUIK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihand ku sala 2022an li gor sala berî wê koça ji Tirkiyê %62.3 zêde bûye û hatina welatiyên biyanî ji bo Tirkiyê jî bi rêjeya %33.2 kêm bûye. Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) “Amarên koçê yên navdewletî” yên sala 2022an belav kirin.

Li gor amarên TUIKê di sala 2022an de li gor sala berî wê koça ji Tirkiyê bi rêjeya %62.3 zêde bûye û 466 hezar û 914 kes ji Tirkiyê koçî welatên din kirine.

Her wiha di heman demê de koça welatiyên biyanî ji bo Tirkiyê jî bi rêjeya %33.2 kêm bûye û 494 hezar û 52 kes hatine Tirkiyê. Stenbol di rêza yekemîn de ye ku welatiyên biyanî xwe lê girtine.

Koça Ji Tirkiyê ya sala 2022an

466.914 Kes

%55.7 Mêr

%44.3 Jin

139.531 Welatiyên Tirkiyê

327.383 Welatiyên biyanî

Parêzgehên ku xelkê wê koç kirine

Stenbol %39.5

Enqere %9.8

Antalya %6.7

Samsun %3.4

Îzmir %3

Welatiyên kîjan welatan ji Tirkiyê koç kirine

Iraq %20

Îran %10.6

Ozbekistan %7

Afxanistan %6

Turkmenistan %4.8

Koçkirina ji bo Tirkiyê sala 2022an

494.52 Kes

%52.9 Mêr

%47.1 Jin

94.409 Welatiyên Tirkiyê

399.643 Welatiyên Biyanî

Parêzgehên ku koçber li xwe girtine

Stenbol %35.4

Antalya %14.8

Enqere %5.4

Bursa %3.9

Mersin %3.8

Ji kîjan welatan mirov çûne Tirkiyê

Rûsya %25

Ukrayna %8.1

Îran %6.5

Efxanistan %5.4

Iraq %4.8

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst