Li Çanakkaleyê av li ser karkerên Kurd hatiye qûtkirin

24-07-2021
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Karker dibêjin, "Di cejnê de jî av nedan me."
Karker dibêjin, "Di cejnê de jî av nedan me."
Nîşan Karkerên Kurd Çanakkale Tirkiye Av Kurd Karkerên Demsalê
A+ A-

Çanakkale (Rûdaw) - Bi hatina havînê careke din bi hezaran karkerên demsalê ji bajarên Bakurê Kurdistanê berê xwe didin bajarên Tirkiye da li karên cotkariyê kar bikin. Gelek caran ew rastî êrîşên nijadperest tên û her sil bûyerên kuştinê jî diqewimin. Carina jî tiştên din tên serê wan. Nêzikî 600 kesên ku ji bo karên cotkariyê çûne bajarê Çanakkale jî tûşî kêşeyeke din hatine. Mixtarê gund ev demeke av û karebayê li ser wan qut dike. Karker didin zanîn ku di cejnê de jî av bo wan nehatiye dan û zarokên wan her nexweş dibin ji ber ava ne baş.

Hejmareke zêde ya karkerên Kurd berê xwe dane deşta Bîgayê li nêzikî bajarê Çanakkale. Karkerên demsalî ku hezar û 500 kêlometre dûrî vê herêmê ji Amed, Mêrdîn û Rihayê hatine, çadirên xwe danîne. Dîmenên wiha li gelek bajarên din jî hene û asayî ne. Lê tişta ku em heta vê derê anîne, qutkirina avê ye ji hêla mixtar ve li ser wan karkeran.

Mihbet Çetîn, dibêje, “3 rojan me çek neş^şutin. Serê zarokan di cejnê de nehat şûştin û wan nikarî li nava konan bigerin.Belê karker in lê însan in. Ger karibana xwe bişon wanê roja cejnê li nava konan şekir komkirana û şad bibûna. Ji derdê avê me ew jî nedî.”

Husna Aktîmûr, dibêje, “Ne tuwalet heye, ne serşo heye. Çêkirine bes mifte bi mitar re ye û nade me. Ava pîs bi tankeran tê û tev qirêjî ye.”

Hatîp Altay, diyar dike, “Me ne eyd dîtiye ne tiştek û tev de rezîlî ye. Mifte bi mixtar re ye û mixtar li mala xwe pal dide. Em hatine û ew miameleya ku li dikin li heywanan jî nabe. Qaşo eyde lê eyd ji me re rezîlî ye.”

Cihê ku karkeran lê danî ne dikeve ser gundê Pekmezlî yê bi Bîgayê ve girêdayî. Salên dirêj in karker avê ji wir dibin. Lê îsal mixtar dibêje av têrî gund nake û ez danim. Devî israra me jî ew naxwaza li ser mijarê qise bike, lê karker dibêjin madem ku av kêm e, qe nebe bila evaran berde û ew jî besî me ye.

Feyzî Saray, dibêje, “Welleh av heye lê mixtar bi qestî birî ye ji bona ku bertîlê bixwe. Çend roj berê elektrîk jî birî. Bangî xwediyên kar kir û pere ji wan xwar. Lê wî nedizanî wê karker ewqasî li ser birîna avê rabin ser xwe.”

Hatûn temel, dibêje, “Em ê kar berdin. Av ne paqij e û zarên me tev nexweş in. Weke don bi ser avê dikeve. Em ne dikarin firexan bişon ne cilan. Eger wiha be emê îş berdin. Zaron me nexweş dibin em wan her dibin nexweşxanê tînin.”

Hejmara konên ku hatine danîn zêdetirî sedî ye. Bi giştî nifûsa kesên ku lê dihewin jî derdar 600 kesî ne. Krkeran qeymeqamtî, walîtî û hemû parlementerên Çanakkale jî hayîdar kirine. Lê heta niha kes ji derdê wan re nebûye çare.Tenê dezgeha îdareya taybet rojê du caran bi tankêrê avê ji wan re dibe Karker ji roja ku av hatiye birîn ve naçin nava zeviyan. Û dibêjin heta av neyê em naçin kar û ger pêwîstbe emê barkin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst