Mijara destûra nû germ bûye: 'AK Partî dixwaze rê li ber xwe xweş bike'

29-05-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Tirkiye Destûra Nû Kurd Mehmet Emîn Ekmen Ramazan Gurbuz
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Mijara çêkirina destûreke nû ya ji bo Tirkiyeyê careke din di rojevê de ye.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî di derbarê guherina mijara destûrê de ragihand ku hebûna destûra rejîma derbeyê guman li ser demokrasiya Tirkiyeyê çêdike.

Aliyên mixalefetê di mijara çêkirina destûrê de bê hêvî ne.

Ji ber ku bi dîtina wan armanca desthilatê ne çêkirina destûrê ye û desthilat tenê dixwaze temenê xwe dirêjtir bike.

Li Tirkiyeyê ji bo amadekirina destûreke nû hewl tê dayîn.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo destpêka gotûbêjan bi CHP, DEM Partî, Partiya Saadetê û ÎYÎ Partiyê re civiya.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî di peyama xwe ya dawî de ragihand ku ew dixwazin destûra nû bi lihevkirinê amade bikin.

“Pêwîstiya Tirkiyeyê bi destûreke sivîl heye”

Recep Tayyîp Erdogan behsa pêdiviya bi destûreke nû kir û wiha pê de çû:

“Em dixwazin destkeftên xwe bi pêş bixin.

Hûn dizanin em berdewam behsa wê yekê dikin ku Tirkiyeyê pêwîstî bi destûreke wisa heye ku bi destê sivîlan hatibe amadekirin.”

Herçend mijar di rojevê de germ be jî lê aliyên mixalefetê zêde ne bi hêvî ne.

Ji ber ku bi dîtina wan, ji bo bidestxitina encamekê gotûbêj û helwesteke cidî tune.

“Divê destûra nû ji xala yekem bê nivîsîn”

Alîkarê Serokê DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen got:

“Dema em behsa destûra nû bikin pêwîst e ji xala yekem heta xala dawî destûr bê nivîsin.

Lê tiştê ku niha tê kirin tenê çend guherînên îdarî û rêveberiyê ne.”

Ji bo Kurdan jî xala girîng di destûrê de mijara mafên Kurdan û bi taybetî jî rakirina astêngên li pêşiya xwendina Kurdî û zimanê Kurdî ye.

Sendikaya mamostayan jî di wê baweriyê de ku hêviyên destûreke nû dê careke din vala bimînin.

“AKP dixwaze tenê rê li ber xwe xweş bike”

Sekreterê Egîtim-Senê Ramazan Gurbuz wiha anî ziman:

“Ji destpêkê heta niha em piştgiriyê didin destûreke demokratîk.

Wekî carên borî vê carê jî dîsa AKP dixwaze tenê rê li pêşiya xwe xweş bike, dixwazin bala xelkê bikişînin ser rojeveke vala.

AKPyê beriya niha jî di destûrê de gelek guherîn kirin. Heta niha karekî esasî nehatiye kirin.”

Destûra niha ku li Tirkiyeyê kar pê tê kirin, sala 1982yan piştî darbeya leşkerî ya 12ê îlona 1980yî hatiye amadekirin û gelek caran jî dibe sedema rexne û gazindeyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst