‘Ji ber ku Demîrtaş di wêneyê de dikene nasname nedanê’

24-05-2021
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Nasname HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevjîna Selahattîn Demîrtaş aşkere kir ku bi hinceta ku di wêneyê de dikene, Rêveberiya Nifûsê red kiriye ku nasnameya nû bi Demîrtaş bê dayîn.

Başak Demîrtaş, hevjîna Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş li hejmara xwe ya Twitterê aşkere kir, ji bo wergirtina nasnameya nû Demîrtaş li girtîgehê wêneyê xwe girt lê “Rêveberiya Nifûsê ji ber ku di wêneyê de dikene red kiriye nasnameya nû bide.” Başak Demîrtaş got jî, “Ev wêne temsîlî ye, lê ken rastî.”

Her di wê peyama xwe de Başak Demîrtaş wêneyekî nû yê Selahattîn Demîrtaş jî belav kir û nivîsand, “Piştî demeke dirêj me karî li gel Selahattîn hevdîtinê pêk bînin. Baş bû gelek şikûr. Di serî de hevserokên me Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, bo her kesî gelek silavên wî hebûn.”

Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve li zindana Edîrneyê girtî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst