Pêleke din a Coronayê gefê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dixwe

24-03-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêleke nû ya Coronayê gefê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dixwe û ji ber vê yekê biryar hat dayîn ku çend navçe li heşt parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bên kerentînkirin.

Piştî ku hikûmeta Tirkiyê di Adara îsal de ket qonaxa asayîbûnê, îro Çarşembê 24ê Adarê biryara kerentînkirina 8 navçeyên cuda li 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hat dayîn.

Du gund li parêzgeha Karaman, 3 gund li parêzgeha Erdexan, gundek li parêzgeha Aksaray, taxek li Kastamonu, gundek li Gumuşhane, gundek li Osmaniye û 145 mal li Semsûrê bi biryara hikûmeta Tirkiyê hatin kerentînkirin.

Li gor amarên Wezareta Tendirûstî ya Tirkiyê, di dema 24 demjimêrên borî de 26 hezar û 182 pêketiyên Coronayê hatine tomarkirin û 138 nexweşên Coronayê jî mirine. Hejmara miriyên bi vîrûsa Coronayê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê gehiştiye 30 hezar û 316 kesan, hejmara pêketiyên tomarkirî jî bo 3 milyon û 61 hezar û 520 kesan bilind bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst