Birêvebiriya Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê guherî

24-02-2025
Omer Sonmez
Kongreya Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Kongreya Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan DEM Partî Kongre
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê, kongreya xwe ya 3emîn a asayî li dar xist.

Di encama dengdayînê de birêvebiriya bajêr a DEM Partiyê guherî û Arife Çinar û Vedat Çinar Altan bûn hevserokên nû yên Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê.

Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê doh bi slogana “Em Birêxistinbûnê Azad Dibin” kongreya xwe ya 3emîn a asayî li dar xist.

Kongre li navçeya Kuçukçekmeceyê li salona Yahya Kemal Beyatliyê hat lidarxistin.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, rêveber û parlamenterên DEM Partiyê, siyasetmedar Sebahat Tuncel û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdar bûn.

Bakirhan behsa naveroka banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan kir û bangî Erdogan kir.

“Birêz Ocalan dê bangekî dîrokî bike”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got:

“Li Tirkiyeyê ji aliyê siyasî ve em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Birêz Ocalan dê li Girtîgeha Îmraliyê bangekî dîrokî bike.

Di bangê de aborî, edalet, demokrasî û daraza serbixwe heye. Tekane rê ew e ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin.

Brêz Erdogan, eger hûn ji dil bin kerem bikin werin, em li vir in.”

Ji 39 navçeyên Stenbolê endam û alîgirên partiyê beşdar bûn.

Di kongreyê de rojeva sereke pêvajoya nû, banga Ocalan, mijara qeyûm û operasyonên li dijî HDKyê bûn.

Alîgira DEM Partiyê Besna Beştaşê jî got, “Divê aştî û aramî çêbibe. Divê Serok Ocalan azad bibe.”

“Lazim e Ocalan bê meclisê”

Alîgirê DEM Partiyê Îbrahîm Emrah jî got, “Lazim e Ocalan bê meclisê û biaxive. Em bes aştî, azadî û wekheviyê dixwazin.”

“Pêvajoa gelekî hesas û zor e”

Hevseroka navçeya Kuçukçekmeceyê ya DEM Partiyê Rengîn Çelîkê jî got:

“Em pêşî doza zimanê xwe dikin. Lê ev pêvajoa gelek hesas û zor e.

Lewra ji aliyekê ve qeyûm heye ji aliyekê ve pêvajo birêve diçe.”

Di encama dengdayînê de birêvebiriya bajêr aa DEM Partiyê guherî.

Arife Çinar û Vedat Çinar Altan bûn hevserokên nû yên rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê.

Endama TJAyê Zubeyde Delibaşê jî got, “Em dixwazin azadî were. Heta serokê me dernekeve azadî tune ye.”

Endama DEM Partiyê Nesrîn Arînê jî da zanîn ku baweriya wê gelekî bi aştî û azadî heye û got:

“Lê ji aliyekê ve dibêjin aştî ji aliyekê din ve qeyûm  davêjin ser şaredariyan. Em jî nizanin êdî çi bibêjin.”

Zimanê kongreyê bi Kurdî û Tirkî bû. Kongre li ber stranên Kurdî û bi Alaya Kurdistanê bi govend û dîlanê bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst