HDP dê di Îlonê de kongreya xwe saz bike

10-07-2023
RÛDAW
Nîşan HDP Kongre Ebrû Gunay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) Ebru Gunay ragihand ew dê meha bê çend konferansan pêk bînin û piştre jî di meha Îlonê de kongreya xwe saz bikin.

Berdevka Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) Ebru Gunay roja Dûşemê 10ê Temûza 2023an li avahiya giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê saz kir û derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Gunay ragihand ew ji bo proseya nûbûn û guherînkariyên di nav HDPê de civînên berfireh yên nirxandinê pêktînin û ew civîn berdewam dikin û got: “Civîn bi beşdariya hemû çîn û civakan li 8 navçeyan destpêkirine û heta  25ê Temûzê berdewam dikin. Di wan civînan de be eşkere derbarê rewşa HDPê de nirxandin tên kirin û rexne li şaşiyên wê tên girtin.”

Ebru Gunay  eşkere kir ku piştî  temambûna proseya nûbûn û guherînkariyên piştî encamên hilbijartinê, ew dê meha bê konferansan pêkbînin û piştre jî di meha Îlonê de kongreya xwe pêkbînin.

HDP di 15ê Cotemeha 2012an hatiye damezarandin. Di 27ê Cotmeha 2013an de yekem kongreya xwe ya asayî pêk anî. Di 22ê Hezîrana 2014an de dûyemîn kongreya asayî ya HDPê hat kirin û Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bûn hevserokên giştî yên partiyê. Di vê kongereyê de ji Başûrê Kurdistanê jî beşdarî hebû û Kemal Kerkûkî wek Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê û Ceifer Îbrahîm wek cîgirê wê demê serokê Parlamentoya Kurdistanê di kongreyê de amade bûn. Kongreya sêyemîn ya HDPê di 11ê Sibata 2018an de li Enqerê hat kirin. Di wê kongreyê de Pervîn Buldan û Sezaî Temellî bûn hevserokên giştî yên HDPê, Çaremîn kongreya asayî ya HDPê di 23ê Hezîrana 2020an de hat kirin. Di wê kongreyê de Pervîn Buldan careke din ligel Mîthat Sancar bû heseroka Giştî ya HDPê. Kongreya pêncemîn jî di Temûza 2022an de hat kirin û di wê kongreyê de jî Pervîn Buldan û Mîthat Sancar careke din bûn hevserokên HDPê.

HDPê ji ber doza girtinê ku bi hinceta “piştevaniya rêxitinê” derbarê wê de hatiye destpêkirin, di hilbijartinên giştî yên 14ê Gulanê de li ser nav û logoya Partiya Çepên Kesk (YSP) di bin navê Hevpeymaniya Ked û Azadiyê de ligel çepên Tirkiyê beşdarî hilbijartinan bû. Ev stratejî bû sedem ku HDPê li gor hilbijartinên sala 2018an derdora ji sedî 3 dengên xwe ji dest bide û ji sedî 8.8ê dengan bidestxisin. Niha jî 62 kursiyên YSPê li parlamentoya Tirkiyê hene. Stratejiya beşdarbûna hilbijartinan bi çepên Tirkiyê di nav berpirsên HDPê û dengderên wê de bibû sedema karvedanan. Hevserokên HDPê piştî hilbijartinan ragihandibûn ku  ew dê di kongreyê de ji bo hevserokiyê nebin berbijêr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst