Erdogan: Dibe ku ligel Esed hevdîtin bibe

23-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser pirseke derbarê hevdîtineke ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed de got: “Dibe ku ligel Esed hevdîtin bibe. Di siyasetê de xeyîdin nabe. Dawiya dawî em dê pêngavên xwe biavêjin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan îro 23ê Mijdara 2022an piştî civîna firaksiyona partiya xwe bersiva pirsên rojnamevanan da.

Erdogan li ser pirsa hevdîtineke ligel Serokê Rûsyayê Beşar Esed de got: “Dibe ku bibe. Weke hûn dizanin di siyasetê de qeyîdin nabe. Dawiya dawî di şert û mercên herî guncav de, hûn dê pêngavên xwe biavêjin.”

Ev gotinên Serokomarê Tirkiyê yên derbarê hevdîtineke ligel serokê Sûriyê di demekê de ne, Erdogan  sala 2014an di axaftina xwe ya li bajarê Rîzeyê de gotibû “Esed DAIŞ kiriye belaya serê Rojhilata Navîn û piştevaniya wê rêxistinê dike.”

Erdogan herwiha Serokê Sûriyê bi kuştina 250 hezar kesan tohmetbar kiribû û gotibû: “Çûn û serdana wî zalimê destbixwîn (Esed) kirin. Ligel kujerek wiha (Esed)  ku 250 hezar kes kuştine wêne girtin û hûn jî dizanin ku ev kî ne.”

Ev di demekê de  ye Serokkomarê Tirkiyê 20ê Mijdara 2022ê  ligel Serokkomarê Misrê Abdulfettah es Sîsî jî li Qeterê li ser piyan hevdîtinek pêkanîbû  ku pêştir ew bi pêkanîna komkujiyê tohmetbar kiribû, li ser pirsa hevdîtineke nû ya ligel serokkomarê Misrê jî Erdogan got: “Dibe ku bibe.”

Ev hevdîtina Erdogan a ligel Serokê Misrê di nav opozîsyona Tirkiyê de bû sedema karvedanan.

Erdogan berî niha ragihandibû ew hewil didin peywendiyên xwe ligel wan welatên ku peywendiyên ligel têkçûne careke din di ber çavan re derbas bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst