DMMEyê biryara derbarê Figen Yuksekdag de 8ê Mijdarê eşkere dike

23-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME), biryara derbarê Hevseroka Berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterên din ên girtî de 8ê Mijdara 2022ê eşkere dike.

Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) derbarê Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Figen Yuksekdag de Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemir agahdar kir. Biryar, 8ê Mijdarê tê eşkerekirin.

Di dosyeya parlamenterên din de ku serlêdana Demirtaş jî tevlî wê hatibû kirin, DMMEyê 20ê Kanûna 2020an tenê derbarê Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş de biryara xwe eşkere kiribû.

4ê Mijdara 2016an destpêkê hevseroka wê demê ya HDPê Figen Yuksekdag û piştre Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş hat desteserkirin. Heman şevê Wekîlê Serokê Koma HDPê Idrîs Baluken, parlamenter Semra Irmak, Leyla Birlik, Gulser Yildirim, Abdullah Zeydan, Ferhat Encû, Nihat Akdogan û Nursel Aydogan piştî ku hatin desteserkirin û dadgehkirin hatin girtin.

Di operasyonên piştî wê de, 11ê Kanûna 2016an Wekîla Serokê Koma HDPê Çaglar Demirel û parlamenter Besime Konca, dema ji Parlamentoya Tirkiyê derdiketin hatin desteserkirin û girtin. Burcu Çelik Ozkan a HDPyî jî 19ê Nîsana 2017an li Mûşê hatibû girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst