Cîgirê Serokê CHPê: 2.6 milyon zarok wek hêza kar a erzan tên bikaranîn

23-04-2023
RÛDAW
Nîşan Velî Agbaba Karkerên Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Veli Agbaba ragihand li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 619 hezar zarokên karker hene ku temenê wan di navbera 15 û 17 salî de ye û herî kêm 2.6 milyon zarok jî wek hêza kar a erzan tên bikaranîn.

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Veli Agbaba bi helkefta 23ê Nîsanê Cejna Zarokan li ser hejmara zarokên karker ên li Tirkiyê daxuyaniyek belav kir.

Agbaba amaje bi wê yekê dide ku piştî sala 2019an hejmara zarokên karker zêde bûye û li gor amarên TUIKê 619 hezar zarokên karker hene û temênê wan di navbera 15 û 17 salî de ye.

Agbaba diyar kiriye ku di bin navê “perwerdeya pîşeyî” de zarok wek hêza kar a erzan tên bikaranîn û li gor amarên Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) li Tirkiyê hejmara zarokên stajyer û şagirt 2 milyon e.

Agbaba dibêje, “Li Tirkiyê herî kêm 2.6 milyon zarokên me wek hêza kar a erzan tên bikaranîn. Li gor amarên Ewlekariya Kar û Tendirûstiya Karkeran (ISIG) di navbera salên 2018 û 2022an de herî kêm 330 zarokên temênê wan di navbera 14 û 17 salî de di dema kar de canê xwe ji dest dane. Mixabin her dema hejmara zarokên karker zêde dibe canjidestdana zarokan li kargehan jî zêde dibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst