Buldan: Gare xala gelekî girîng a şikestina desthilatê ye

23-02-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dibêje, eşkere ye ku operasyona Gare ne bo azadkirina dîlan bû û operasyon wek xala şikestina desthilatê binav kir.

Hevseroka HDPê Pervin Buldan îro Sêşemê 23ê Sibata 2021ê di civîna koma partiya xwe de li Parlamentoya Tirkiyê  ragihand ku herçiqas desthilat ji hesabdanê bireve jî, ew dê berdewam bin li ser operasyona Gare û lêpirsîna derbarê desthilatê de û got: “Hikûmeta AKP ji pirsa Gare direve, ji ber tawanbar e û bi rêya bêbextî û armanckirina HDPê divê raya giştî têk bide û şikestin û tawanên xwe veşêre. Eger armanca desthilatê rizgarkirina wan 13 dîlan bûya operasyoneke wiha nedikir.”

Pervin Buldan herwiha bersiva Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu da ku di çend rojên borî de îddîa kiribû, Parlamentera HDPê ya Agirî Dilan Dirayet Taşdemir demek berî operasyonê serdana Çiyayê Gare kiriye û ligel gerîlayan civiya ye. Piştî axaftina Soylu, Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, li ser bingehê wan zanyariyan lêpirsîn derbarê wê parlamenterê de da destpê kirin.

Hevseroka HDPê Pervin Buldan wiha axivî: “Çi karê parlamentera me li Gare heye? Parlamentera me bo çi biçe Gare? Hevalên hêja, parlamenterên me li wê navçeyê tenê yek cih heye biçinê, ew jî Hewlêr e bi armanca hevdîtina ligel Barzanî, yan bi armanca hevdîtinan ligel aliyên siyasî yên wê derê, car car parlamenterên me diçin Hewlêrê û vedigerin. Ji xeynî wê diçin derveyî welat, diçin Ewropayê. Niha hun dizanin sedema wê tirsê çiye? Tirsa veşartina tawanên xwe ne. Belê Dilana hevala me doh hûrgilî bo raya giştî vegotin û bang li wan kesên tohmet bo wê çêkirine kir ku rastiya axaftinên xwe îspat bikin. Ez jî heman wê bangê dubare dikim, dibêjim îspat bikin, eger îspat nekin, bêbext in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst